Li bajarê Serêkaniyê Tevgera Ziman û Perwerdê ji hemû xwediyên dikanan xwest ku navên tabêlayên dikanan were guhertin bi Zimanê Kurdî û Erebî  be. Li ser vê biryarê xwediyên dikanan dest bi guhertina afîşên dikanên xwe kirin.

Endamê Tevgera Ziman û Perwerdê Mihemed Haco destnîşan kir ku wan pêngava di bin dirûşmeya; “Ji bo ronîkirina civakê tu jî bibe findek” destpêkiriye û wiha got: “Ev pêngav hem ji aliyê ziman de hem ji guhertina afîşên di nava bajêrde ye, gelê Serêkaniyê jî bi vê pêngava me kêfxweş bûn û bi awayek lez dest bi guhertina afîşan kirin.”

Xwediyê dikanê yê binavê Mihemed çeqilmast piştî hemleya TZP’ê afîşa dikana xwe guhert bi zimanê Kurdî Erebî nivîsaniye û Çeqilmast jî wiha got: “Em pir kêfxweşin bi destpêkirina pêngevak bi vî rengî ku me afîşên dikanên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî û nivîsandine. Lê di demê rêjîma Baas de wan nikarî navên dikanên xwe bikin Kurdî. û di dawiya çeqlmast bang li hemû xwediyên dikanan kir ku navên afîşên dikanê xwe biguherin.   


ANHA/SERÊKANIYÊ