Bi boneya bidawîkirina yekemîn dewreya perwerdeyê û damezrandina yekemîn tabûra parastina cewherî ya ciwanan, Yekîtiya Ciwanên Rojava ya herêma Dêrikê merasîmek organîze kir. Merasîm li navenda Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê bi beşdariya bi dehan ciwanî, nûnerên hêzên Parastina Cewherî û hêzên YPG’ê û YPJ’ê hat lidarxistin.
Di merasîmê de Rêveberê hêzên Parastina Cewherî ya herêma Dêrikê Omer Yûsif jî axivî destnîşan kir ku avakirina tabûra ciwanan a parastina cewherî gava pêşî ye û gelek tabûrên din jî wê werin avakirin. Her wiha Yûsif dazanîn ku avakirina tabûrên ciwanan aktîfkirina rola ciwanan di hemû aliyê şoreşê de ye, bi taybet di aliyê parastinê de misoger dike û got: “ Ev tabûr wê li kêleka hêzên YPG’ê herêma Dêrik û hemû herêmên Rojava biparêze.”
Piştî bidawîbûna merasîmê endamên tabûra ciwanan ên parastina cewherî çalakiyek bi tirimpêlan li dar xistin û li tevahiya taxên bajarê Dêrikê geriyan.
DÊRIK