Di raporê de bal hate kişandin ku rojnamevanên Kurd hêj jî tên darizandin û lêkolînkirina înfazên bê daraz jî wekî bûyerên herî girîng hatin nirxandin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rîghts Watch Organîsatîon) rapora xwe ya sala 2014’an aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di dema desthiladtariya AKP’ê de li Tirkiyeyê bê tehemuliya li hemberî azadiya ramanê gelek zêde bûye. Her wiha di raporê de bal hate kişandin ku rojnamevanên Kurd hêj jî tên darizandin û lêkolînkirina înfazên bê daraz jî wekî bûyerên herî girîng hatin nirxandin. 

‘Bê tehamulî gelek zêdeye’

Di raporê de qala “Pakêta demokratîkbûnê” ya di 30’ê îlona 2013’an de ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye aşkerakirin hat kirin û wiha hate gotin: “Ji sala 2002’an vir ve ku AKP desthiladtare, hikûmetên AKP’ê li hemberî, muxalefeta siyasî, protestoyên gel û rexneyên çapemeniyê bêtehemuliyekî mezin daye nîşandan.” Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di bin çavdêriya AKP’ê de binpêkirina mafê mirovan gelek zêde bûye. 

Çapemeniya Kurd hêj jî tê darizandin 

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, di rapora xwe de her wiha diyar kir ku di sala 2013’an de 44 rojnamevanên Kurd di bin navê KCK’ê de hatine darizandin û ji van 20 rojnamevan ji sala 2011’an heta 2014’an di girtîgehê de mane. Di raporê de hate gotin ku ev rojnamevanên ku di saziyên çapemeniya Kurd de dixebitin hêj jî bi cezayên giran tên darizandin. 

‘Gelek siyasetmedar hatin girtin’

Di raporê de “Pakêtên demokratîkbûyînê” yên di sala 2013’an de hatine aşkerakirin jî hatin nirxandin û ev tişt tên diyarkirin: “Çalakiyên ku tundî nedihewandin, wekî sûcê terorê hatin nîşandan û darizandin. Ji ber ku ev çalakî wiha hatin nirxandin bi sedan siyasetmedarên Kurd, şaredar, parlamenter û rojnamevan hatin girtin. Pakêtên hatine aşkera kirin jî bi tu avayî ev pirsgirêk çareser nekiriye. 

Qetliyama Roboskiyê

Rêxistina mafê mirovan, dîsa di raporê de qala Qetliyama Roboskiyê jî kiriye û dide zanîn ku derbarê qetliyama ku 34 kes bi balafirên şer hatibûn qetilkirin de tu darizandina berbi çav hêj pêk nehatiye û tu kes jî ji ber bûyerê hêj nehatiye binçavkirin. 

Berxwedana Gezî

Her wiha di raporê de bûyerên Berxwedana Parka Geziyê jî bi avayekî berfireh hatiye nirxandin û hate bibîrxistin ku di dema çalakiyan de 6 kesan ji ber muamelaya polîsên tirk ya tund, jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de Berkîn Elvan a ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin wekî mînak hate nîşandan. 
Herî dawî di raporê de, tê gotin ku bi tevahiyî hatiye tespîtkirin ku 164 polîs di van bûyeran de xwedî qusûrê ne, lê derbarê van polîsan de heta niha tu lêpirsîn an jî darizandin pêk nehatine.

STENBOL