Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi meşeke girseyî ya heta ber Minareya Çar Ling, li Amedê hat bibîranîn.

Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî di 4’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de ew bi bîr anî. Bi beşdariya serokên 25 baroyan û sedan parêzerî li ber Dadgeha Amedê xelk kom bû û pişt re heta bi Minareya Çar Ling a Sûrê ya ku Elçî li berê hatibû qetilkirin, meşiyan. Meş û daxuyanî di bin dorpêçkirina polîsan de çêbûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz û Ebrû Gunay, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Serokê baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Bûrsa, Aydin Antalya jî amade bûn. Parêzeran di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hilda û bênavber dirûşmên “Tahîr Elçî bêmirin e” û “Tahîr li vir e kujer li ku ne?” gotin.

Me ji qerebalixiya bêdeng xilas bike

Hevjîna Elçî, Turkan Elçî di dema çalakiyê de got, “Em dîsa hatin ber deriyê Minareya Çar Ling. Dîsa navberek serê sibê û nîvro ye. Dîsa saet 10.53 ye. Em hatin vir ku îbretbûna hiqûqê û temenekî kurt ê zêmarekê ji vê kolana kevir re bibêjin. Dîsa di laşê me de birîn û kedera dil e. Di tariya şevê de bêhna mirinê tê. Piştî çûyîna te di dilê me de bajarek xerabeyî radikeve. Ji bo çi şiyar nabe. Kuçeya ku tu lê raketî, şikestî ye û ji hevdeketî ye. Ku ez bibêjim çûyîna te em bi tenê hiştin, lê her tişt wê kêm e. Yê ku ji vê kuçeya teng kêm bû tu bûyî. Ya kû zêde bû mirin bû. Pişt re her tişt kêm bû. Mesela, aramiya me, azadiya me, hêviyên me kêm bûn. Were me ji vê qerebalixiya bêdeng rizgar bike…

Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa elemek ku raketiye û ji erdê ranabe. Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirineke tesadufî ye. Lê em dizanin roj bi roj hikmê hiqûqê kêm dibe, ser maf tê girtin û kujer serbest di kuçeya me ya kevir de dimeşin. Em ê heta dawiya emrê xwe werin vir.”

Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danîn cihê Tahir Elçî lê ketibû. Paşê parêzer ji ber Minareya Çar Ling çûn serdana gora Elçî ya li Goristana Yenîkoyê.

 

AMED