Di daxuyaniya rêxistinê ya ku kopiyek wê gihişt berdestê ANF’ê de hat diyarkirin ku wana bi awayeke bi bandor li wesayîta servîsa leşkerên girêdayî Tevgera Taybet a Cendirmeyan a navçeya Foçaya Îzmîrê xistine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin endamên wan çalakiyek din a bombeyî li hemberî leşkerên xwestin mudaxele bikin li darxistine û wiha hat gotin: “Di vê çalakiyê de herîkêm 2 miriyên dijmin û piraniya bi giranî herîkêm 30 birîndar hene. ŞervanênTAK’ê bi salxemî vegeriyane cihên xwe.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “FedayiyênTAK’ê sondxwarine ku dê tecrîd-îzlolasyon û sîstema îşkenceyê ku 13 sal in di şexsê Rêber Apo de li hemberî hemû gelê Kurd tê pêkanîn parçe bikin û ji bo rejîma Tirk a faşîst û ajotkarê wê rêxistina terorêya AKP’ê mafê jiyanê nasnekin. Me beriya niha jî diyarkiribû; her derê ku rejîma faşîst-îşkenceyê li ku be, ew der dê bibe cihê çalakiyên me û hemû hêmanên wê bibin hedefa me. Bivê wesîleyê em careke din dibêjinku; şervanênTAK’ê amade ne li her derê Tirkiyeyê tişta dikevin ser milê wan bikin.”
ANF/AMSTERDAM
Mirina mêjî ya çawîşê pispor pêk hat
Mirina mêjî a çawîş pisporê Hasan Furkan Ozmen ê ku di êrîşa bombeya li navçeya Foçaya Îzmîrê de bi giran birîndar bû pêk hat. Li kolana Degîrmenê ya navçeya Foçaya Îzmîrê roja Pençşemê seat 08.00'an de, wesiyeta leşkerî rasta êrîşa çekdarî hat û bombeyek pêde teqiya. Di êrîşê de leşkerê bi navê Ozkan Ateşlî jiyana xwe dest da, şoforê otobûsê pisporê çawîş Hakan Furkan Ozmen jî nav de 11 leşker birîndar bûbûn. Ozmenê ku bi giran birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Ege ye. Îro mirina mêjî ya Ozmen pêk hat. Di daxuyaniya ji aliye nexweşxaneye hate dayin de hate gotin ku mirina mêjî a Ozmenê ku derman kirina wî berdewam dike pêk hatiye.
ÎZMÎR