
Berxwedana Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hemû û çekên giran şêwazên tektîkî ji bo dagirkirina Kobanê bikar tînin, kete meha 4’emîn. Li beranberî vê yekê berxwedana YPG/YPJ´ê jî hemû êrîşên wan têkşikand. Derbarê vê berxwedanê de û çawaniya şerê li kolanên nava bajêr fermandara YPJ’ê ya herêma Kobanê Roza Kobanê ji ajansa ANHA´yê re axivî. Roza Kobanê pêşî da zanîn ku çeteyên DAIŞ‘ê ji hêza berxwedana YPG/YPJ’ê ku li tevahiya cîhanê hat dîtin bawer nedikirin û got, dixwestin di şexsê Kobanê de vîna gelê Kurd ya li çar beşan teslîm bigrin.
Bawer dikin wê Kobanê dagir bikin
Roza Kobanê dest nîşan kir ku çeteyên DAIŞ ‘ê texmîn kirin bi çekên giran û pirkirina hejmara çeteyên ku ji hemû dewletan ji bo tevî nava refên xwe bikin û terorê li cîhanê belav bikin, dikarin Kobanê dagir bikin. Roza Kobanê diyar kir ku ji roja yekemîn ta niha hêza wan weke jin di YPJ’ê de ji bo berxwedanê roj bi roj xurtir dibe û vîn û israra wan ji bo domandina berxwedanê ye. Derbarê plan û rêbazên ku çeteyan ji destpêka êrîşên xwe li ser Kobanê bikar anîn Roza Kobanê dest nîşan kir ku çeteyan hemû şêweyên xwe yên têknîk û çekên giran li hersê eniyan bikar anînîn û her wiha dest bi êrîşên gundan kirin û got:”Rêbaza yekemîn baweriya çeteyan ku dikarin hêzên me li gundan bişkînin da ku piştre derbasî bajêr bibin û texmîn kirin ku di demeke kurt de Kobanê dagir bikirn, bê ku hêza qehremantiya me nas bikin. Rêbaza duyemîn ku DAIŞ ji xwe weke hêzekê dît, di warê pisîkolojîk de bû, dagirkirina DAIŞ hin bajarên Sûriyê û Iraqê ji wan re weke hêzekê bû ku dikarin di riya çekên giran li pêşiya hemû hêzan rawestin”
Me hêza wan şikand
Roza dest nîşan kir ev êrîş şerên cîhanê ku bû sedema koçerbikirina bi hezaran welatiyan û talankirina malên wan tîne bîra mirovan. Roza Kobanê wiha got; “Rêbaza sêyemîn ku çeteyan bikar anîn şandina tirimbêlên bombekirin di nava bajêr de, lê ev rêbaz bi serê xwe nîşana jihevketina hêza çeteyan e û berxwedana hêza me li hemberî tirimbêlên bombekirî têkşikand.” Derbarê girîngiya taktîkî ya şerê gerêla de Roza Kobanê diyar kir ku YPJ’ê tecrûbeyeke mezin heye, bi operasyonên çaalak derbeyên giran li çeteyan dane û pîsîkolojiya wan xira kirine. Kobanê di axaftina wiha got: “Rêbaza gerila ya ku me li bereyên şer da meşandin, çete nedikaribûn bi hesanî tevbigerin, her wiha nedikarîbûn weke komên mezin bi hev re tevbigerin.”
Jinan tirsê xist dilê wan
Derbarê berxwedana jinên Kurd li Kobanê jî Roza Kobanê destnîşan kir ku berxwedana jinan yek ji nîşangerên ku êrîşên çeteyan têk bir e. Roza Kobanê got; “Jina Kurd nêrînên cîhanê li hemberî jinan guhert. Jina kurd ji cîhanê re diyar kir ku dikare li hemberî hemû hêzên ku hewl dide vîna jinê ya azad têkbibe bisekine.” Roza derbarê berxwedana jina kurd ji bo mirovahî û aşitiyê de jî wiha got: “Berxwedana jinan bi hemû şêweyan yek ji têgînên herî rast û bilind di jiyanê de ye.” Kobanê dest nîşan kir ku jin dikare pêşengiya şoreşan bike.
Berxwedan yekîtiyê ava kir
Fermandara YPJ´ê Roza Kobanê da zanîn ku berxwedana Kobanê li çar beşan yekîtiya gelê kurd ava kir. Roza Kobanê got, ciwanên kurd li çar beşan tevlî berxwedanê bûn. Berxwedan nêrînên cîhanê derbarê doza gelê kurd de guhert. Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ hewl didin tevliheviyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de derbixin. Di dawiya axaftina xwe de Roza Kobanê got, ew weke YPG/YPJ’ê tekoşîna xwe dewam dikin ta rizgarkirina Kobanê ji çeteyan.
ANHA/KOBANÊ