Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînek ligel rojnameya Hawlatî de dibêje: “Celal Talabanî îstifaya xwe amadekiriye, teslîmî serokê Herêma Kurdistanê kiriye û ji bo li her cihekî ku pêwîst bû, wekî karta zextê bikarbêne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sedema vê pêngava Talabanî vedigerîne bo nîşandana helwesta xwe û YNKê ya ji bo yekdengiya Kurd a li beramberî pirsgirêkên Hewlêr ligel Bexdayê.
Nêçîrvan Barzanî li ser îdiayên tên gotin, PDK û YNK li beramberî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ne yekdeng in, got: “Em giringiyê nadin çend gotinan, ya ligel me giring Talabanî bi hemû karîna xwe piştgiriya dîtinên Herêma Kurdistanê yên li beramberî Bexda dike.”
Wekî tê zanîn di vê dema dawî de nanokiyên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de zêde bûne. Bi taybetî jî daxuyaniyên dawî yên Malkî û nakokiyên ku di navbera wî û serokê herêmê de çêbûn rê li ber aloziyê vekir. Ji aliyekî din ve jî daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Malikî û yê Tirkiyeyê Erdogan jî di dema dawî de bûn sedema aloziya di navbera herdu welatan de lewre jî dibe ku ev biryar jî di encama berdewamiya wan nakokiyan de hatibe girtin.

BEXDA