Dewleta Tirk û çeteyên wê giraniya êrişên xwe dane ser bereyê Til Temir û Zirganê. Cengawerên QSDê bergiriyeke xurt dikin. Di berxwedanê de cengaweran 4 erebeyên bi doçka û erebeyên veguhestinê yên leşkerî teqandin û gelek çete kuştin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê di roja 23´an de jî li aliyê Zirgan û Til Temirê bi armanca qirkirinê êriş dikin. Berxwedana cengawerên QSDê bêhemta ye. Şervanan hejmareke erebe hatin teqandin, derbeke xedar li çeteyan dan. Di encama berxwedanê de 4 erebeyên doşka û 3 erebeyên veguhistina leşkerî hatin teqandin û gelek çete hatin kuştin. Di vê navberê de li gundê Til Werd ê Zirganê, di êrişeke çeteyan de dayika bi navê Tuhafa Elî Salih (55) û hevjînê wê Îbrahîm Mihmed Xelef (60) şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Çawwa ku tê zanîn, Til Temir bêhtir weke devereke xelkê Suryan tê zanîn û di vê berxwedanê de şervanên Suryan jî cih digirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên li dijî gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî jî didomînin. Di van êrişan de çeteyên dewleta Tirk êrişî sivîlan dikin, malên wan talan dikin û didizin, sûcên dikevin çarçoveya yên şer dikin.
Rejîm û Rûs bi erka xwe ranabin
Li gel şer û topbarana dijwar li dijî gundên Zirgan û Til Temirê, hêzên rejîma Sûriyê ji nuqteyên li gundewar û navçeyên Zirgan, Til Temir û Dirbêsiyê bi cih bûne, vekişîn.
Yekemîn dewriyeya Rûsyayê tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berajarê Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê çûn. Lê diviyabû li wir bi dewriyeya dewleta Tirk re kom bûbûna da ku dewriyeyeke hevpar li ser sînor, pêk bianîna, lê dewriyeya dewleta Tirk nehat û ya Rûsyayê bi tenê dewriye pêk anî û vegerî nuqteyên xwe.
Sûcên dewleta Tirk di şer de kirî
Komek ji çalakgerên hiqûqnas ên Sûriyê daxwaza avakirina komîteyeke navdewletî ya pispor kirin da ku karibe çekên qedexekirî yên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Koma pispor dixwaze agahiyên di vî warî de bi belge bike.
Hê jî nêzî 300 hezar koçberên ji Serêkaniyê ku li dibistanên bajarê Hesekê hatine bicihkirin, li benda vegera warên xwe ne ku artêşa dewelat Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cehbet El-Nusra û DAIŞ’ê neçarî koçberiyê kirine.
ANHA/QAMIŞLO