Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê de cih digirin, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve weke "Qada Projeya Taybet" hate îlankirin. Naveroka vê projeyê jî tê veşartin.
Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê ji aliyê UNESCO ve di nava Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê de hatin bicihkirin. Lê li gorî xala 9. a Qanûna Îmarê ya bi hejmara 3194 û benda (g) a fiqreya 1. a xala 2. a Biryarnanameya di Hukmê Qanûnî (KHK) de a bi hejmara 644'an, Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve weke "Qada Projeya Taybet" hatin ragihandin. Lê belê li ser vê projeyê agahî ji kesî re nayên dayîn. Projeya ku di 28'ê Kanûna 2016'an de hat erêkirin, diviyabû heta niha bihata eşkerekirin, lê belê tevî ku 18 roj di ser re derbas bûne, hê jî tê veşartin. 15 roj beriya erêkirina projeyê, li hin cihên Bexçeyên Hewselê dar hatin birrîn.
Ne diyar e bê ev dever ji aliyê wezaretê ve bi çi rengî wê were bikaranîn. Hevseroka Odeya Plansazên Bajêr Şaxê Amedê Buşra Cîzrelîogûllari nerazîbûn nîşanî eşkerenekirina projeyê da, diyar kir ku li ser vê projeyê wan ti agahî peyda nekirine û got, "Em nizanin bê kîjan qad weke qada projeya taybet hatiye ragihandin. Geliyê Dîcle û Bexçeyên Hewselê qadeke gelekî berfireh e. Em nizanin cihê destpêkirina pêkanînê ku der e."
Cîzrelîogûllari got, "Projeya hatiye erêkirin, divê eşkere û ji raya giştî re were ragihandin. Di vî warî de hukmên zelal ên rêvebernameyan hene. Mafê gel, mafê şêniyên bajêr tên talankirin." Cîzrelîogûllari işaret bi mafê îtirazê kir û da zanîn, ku wan ji Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê proje xwestiye û eger agahî ji wan re neyê dayîn, ew ê li ber rabin.
'UNESCO bêdeng e'
Buşra Cîzrelîogûllari diyar kir ku Geliyê Dîcle yê di nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO de cih digire, cihekî divê bê parastin e û ragihand, li şûna parastina van nirxên çandî, bi afirandina projeyên bi vî rengî astengiyeke mezin li pêşiya parastina van qadan tê derxistin. Cîzrelîogûllari bal kişand ser bêdengiya UNESCO li pêşberî vê projeyê û got, ji bo UNESCO dest li vê xisarê werde, wan gelek caran miraceet kiriye, lê UNESCO bêdeng maye.
'Proje ne karê biaqilan e'
Cîzrelîogûllari bibîr xist ku li vir şer neqewimiye lê hewldanîn talanên ranta îmarê hene û wiha peyivî: "Beriya niha weke rezervê avahiyan hatibû ragihandin. Hewl tê dayîn projeyên ne karê bi aqilan e, bi cih werin anîn. Şaredarî û rêxistinên civakî yên sivîl beriya niha li ber projeyên dewletê radibûn û dibûn asteng. Lê niha hewl didin di nava şert û mercên Rewşa Awarte de tişta dixwazin bikin. Ya ku dixwazin bikin her çi be, berî 10 rojan li Bexçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê dest bi birrîna daran kirin. Ev yek qanûnî nîne. Em ê hewl bidin xwedî li vê qada dîrokî û xwezayî derkevin."
HULYA EMEÇ / ANF / AMED