Di çarçoveya 69. Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, konferansek li New Yorkê tê lidarxistin ku li gel guhertina bahewayê, wê pirsgirêkên gelên xwecihî jî têde tên nîqaşkirin. Di Konferansa Gelên Xwecihî de ku çav li rê ye îro encamnameya wê bê eşkerekirin, dewlet tên temsîlkirin lê belê gelên xwecihî bi tenê bi statuya "rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî (NGO)" dikarin beşdar bibin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên xwecihî ku beşeke girîng a ji wan li parzemînên Amerîkaya Bakur û Başûr, Asya û Ewropayê ne, sala 2007'an 'Belavoka Mafên Gelên Xwecihî' hatibû weşandin, lê belê heta niha bi tenê 22 welatan ev belavok erê kiriye. Di encama têkoşîna bi dehan salan a gelên xwecihî de belavok li Civata Giştî ya NY li hemberî 4 dengên dijber bi 143 dengan hat qebûlkirin. Li gorî vê belavokê, gelên xwecihî divê derbarê statuya xaka xwe, siberoja xwe ya siyasî, mijarên aborî, civakî û çandî de bi xwe biryarê bidin.

Ji bo talanê, neheqiyê dikin

Lê belê ji ber çavkaniyên dewlemend ên li ser û li bin erdê yên li xaka gelên xwecih, dewlet belavokê li parlamentên xwe pêşkêşî dengdanê nakin. DYE Kanada, Zelanda Nû û Awusturalya di dema dengdayîna belavokê de weke dewletên ku dengê 'dijber' bi kar anîn, bal kişandin ser xwe. Gaza zinaran ku di salên dawî de veguherî alternatîfeke xurt a enerjiyê, di serî de li DYE, Kanada, Awusturalya û Brezîlyayê li gelek welatan zêde tê bikaranîn. Bikaranîna wê ji aliyê kargehên mezin ên navneteweyî ve tê kirin û ev yek, yekser bandorê li gelên xwecihî, hawîrdor û xaka wan dike.
Xala li ser mafê gelên xwecihî li ser çavkaniyên petrol, komir, ûranyûm û gelek çavkaniyên din, yan jî qet nebe di hilberînê de xwedî maf be, ji aliyê dewletên pêşhatî yên cîhanê ve tê astengkirin. Li hemberî ewlekirina mafên gelên xwecihî li NY, dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) bi helwestên xwe balê dikşînin. Her çend gotina 'gelên xwecihî' ji bo gelên eskîmo û Samiyan ên li Bakurê Ewropayê û gelek gelên din hatiye bikaranîn jî, welatên YE, bi hesasiyetek mezin hewl didin wesayeta xwe ya aboriyê ya li ser xaka gelên xwecihî hem li Ewropa hem jî li cîhanê biparêzin.


BEDRAN DENÎZ/ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN