Keşîşxaneya Sûrp Grîgor û Dêra Qerapêtê ku li gundê Kolanîsê yê navçeya Wanê Rêya Armûşê, ji ber bêxedîtiyê, tine bûn. Her wiha defînger jî hawîrdora dêrê dikolin û wê texrîb dikin.
Li gundê Kolanîsê yê girêdayî navçeya navendî ya Wanê, Rêya Armûşê ê li quntara Çiyayê Erekê, Keşîşxaneya Sûrp Grîgor û Dêra Qerapêtê li halê xwe hatine hiştin. Di malpera Gerînendetiya Çand û Turîzmê ya Bajêr a Wanê de navê keşîşxane û dêrê tine ye. Di wêneyên sala 1923’an girtî de keşîşxane û dêr saxlem xuya dikin û ji wê çaxê heta niha tenê dîwarekî keşîşxaneyê li ser piyan maye. Di çavkaniyên Ermeniyan de, der barê keşîşxaneya Sûrp Grîgorê de tê nivîsandin ku 14 kîlometreyan li rojhilatê Wanê li quntara bakur a Çiyayê Erekê cih digire û bi meşê bi qasî 3 saetan dûrî navenda Wana kevin e. Ji ber ku parçeyên mezin ên keşîşxaneyê belav bûne, tê texmînkirin ku di rûxandina wan de teqemenî hatiye bikaranîn. Tê diyarkirin ku xêzkirinên anketî yên keşîşxaneyê di sala 1913’an de ji aliyê Walter Bachman ve hatine çêkirin. Li gorî çavkaniyan, Dêra Sûrp Qerapêtê jî di sala 1251’ê de hatiye çêkirin. Di sedsala 16’emîn de di şerên Osmanî-Sefewî de zirar lê bûye û sala 1559’an ji aliyê Ermeniyekî bi navê Ghilidjan ve hatiye selihandin.
Hin bermayî tenê mane
Niha ji keşîşxane û dêrê tenê dîwarên rûxandî û hin kevirên nexşkirî mane. Her wiha gundiyên hawirdorê hin kevirên dêr û keşîşxaneyê di dema çêkirina xaniyên xwe de bi kar anîne. Kevirekî ku li ser nivîs hene û aîdî Dêra Qerapêtê ye, serdevkî li ber kaniyeke gund e. Defîngerên ku derdora keşîşxaneyê qulopilo kirine hîn jî kolanê didomînin.
Jê têr nebûn
Welatiyekî 65 salî ku nexwest navê xwe bibêje û ev demeke dirêj e li herêmê dijî, anî ziman ku dêr û keşîşxane ji bo xezîne, zêr, û tiştê din hatine texrîbkirin. Welatî dest nîşan kir ku hîn jî defîneger dora dêr û keşîşxaneyê dikolin.
WAN