METÎN YOKSU / MA / ÊLIH

Heskîfa dîrokî ya ku ava Bendava Ilisû dê bide ser, hê jî hilweşandina gav bi gav lê didome. Herçî karê veguhestina berhemên dîrokî ye jî veguheriye deriyê rantê. Tê gotin bendav bi 12 milyar TL’yî tê çêkirin. Ji bo veguhestina hin berhemên dîrokî heta niha 350 milyon TL mesref hatiye kirin. Dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin.

Ji niha ve rûxandinek ku vegera jê nîne, li Heskîfê heye. Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Kevin di nav de heta niha veguhestina 8 berhemên dîrokî temam bû. Li cihê van berhemên dîrokî bicih kirine, niha şantiyeyeke mezin ava kirin e. Ser cihê hemam lê ye bi betonê girtin.

Ji bo hin minare û tirbeyan xebata barkirinê hatiye bilezkirin. Bi hezaran şikeftên têketina wan bi betonê tê girtin dê bin avê de bimînin.

 Kevirên minareyê dikevin

Kevirên minareya Mizgefta Siltan Sulêman yek bi yek dikevin û dê wê jî veguhezînin cihê “Heskîfa Nû.” Hat gotin, minareya Mizgefta El Rizk jî dê bi heman rengî bê veguhstin.

Yek ji berhemên di bin avê de bimîne jî Tirbeya Îmam Abdullah e. Tê gotin ku ev tirbe jî dê bê veguheztin. Tê gotin heta niha 500 gor jê veguhestine û gorên mayî jî wê bên veguhestin.

Li gel tirbeyê dê Deriyê Roma yê derdikeve Kela Heskîfê jî di demeke nêz de bê veguhestin.

Ji bo rant xwarinê

Karê veguhestina berhemên dîrokî veguheriye rantê. Li Heskîfê ji bo restorekirina pira dîrokî 12 milyon TL hatin xerckirin. Lêçûna veguhestina Tirbeya Zeynelbey jî 20 milyon TL´yî ye. Ji bo cihê nû yê Heskîfê jî 3 pir hatine çêkirin û tê gotin ku 140 milyon TL li wan çûye.

Yek ji van pirên nû yên ji aliyê saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve tê çêkirin jî girek di bin xwe de hişt ku dîroka wê wek ya Xerabreşkê kevn e. Pir li ser girê dîrokî hatiye çêkirin û dîroka bi hezarên salan li vir hat tunekirin.

Li gorî agahiyên ber dest tê gotin heta îro li karê veguhestina berhemên dîrokî 350 milyon TL çûye.

Seta ji bo “parastina” Keleha Heskîfê tê çêkirin û ku berê herikîna avê guhertiye her roja ku diçe tê bilindkirin. Butçeya ji bo vê seta tê çêkirin veqetandine nayê zanîn.

Bi ser halan de darên li Heskîfa kevn hatin rakirin û birin li cihê nû bicihkirin ji ber xemsariyê ev dar hemû hişk bûne.

Ji ber teqemeniyên li Çiyayê Ramanê jî felaketeke qirîêj bûna avê dide der: xwelî û kevir dikevin Çemê Dîcleyê û dibin sedema qirêjiya avê.