Merdan giriya. Hêsirên şor dilopî ser birînên wî dibû. Birîn êşiyan, jan dan û tîrên janê li dilê Merdan eser kirin. Birînên wî her ku jan dan, hêsir jî hewqas li dû hev rêz bûn!..

Rêka wî dûr, barê wî giran bû. Ew ku tu barek jî li piştê nîn bû. Barê herî giran vê gavê dîsa bedena wî bixwe bû. 

Qudûm lê şikestibû, çavên wî reşeve dihatin. Ev çend roj bûn ku di rê de bû, ji bîr nedianî. Bi rojan bû ku qotek nanê tisî xwaribû gelo, ev jî nizanîbû. Tenê ya ku dizanîbû, jana guleyên li bedena wî û xwîna ku li dora birînan hişkbûyîbû. Fîşekekê zikê wî ji tehîlê heya navikê qelaştibû. Hevalên wî di wê oxirmeya giran de, li bin barana guleyan, çermê zikê wî dirûtibûn. Şûna guleya ku li bin dilê wî ketibû, li piştê bişkok vedabû jî dax kiribûn. Destê rastê jî bi derbeyek xedar ve seqet bibû, hestiyên dest tevlihev bibûn. Birînên wî cih bi cih hewagirtî bibûn, kêm girtibûn. Gelek jar ketibû, çav lê kort de çûbûn, rû û porên wî yên dirêj li nav hev ketibûn. Yekî qemerî bejn bilind bû, ji girêdana rext nava wî zirav, navmila wî fireh dixwiya. Navmila wî hinekî xûl (xûz) bû. Te digot qey, ev navmila pahn ji giraniya çanteyê gerîlatiyê xûl bûye. Cilên wî yê gerîla di xwîn û heriyê de mabûn. Lê her çendî di rewşeke xirab de be jî cilên gerîla bejn û qama wî tanîne çav. 

Navê wî Merdan bû. Bi xwe gerîlayê Bakur bû. Di şer de birînên xedar girtibû. Biryargeha Bakur, ew şandibûn nexweşxaneyek Îranê. Hefteyek piştî çûyina Îranê, pasdaran ew û neh hevalên wî derdest kiribûn û radestî artêşa Romê kiribûn. A niha êdî li tabura artêşa Romê ya Colemêrgê hêsîr bû!..

Di nav desteyek tîm de bi zor gav diavêt, piyên wî di erdê re dixişikîn. Bêxewiyê, birçîbûnê û jana birînên kêmgirtî Merdan kiribûne nîvmirovekî. Korîdora ku lê dimeşiyan qet bi dawî nedibû. Tim li ber deriyê hucreyekê sekinî. Merdan jî bê eman pala xwe da dîwêr. Leşkerekî ji bêrîka xwe tomarek mifte deranî, deriyê hucreyê vekir. Bi şîngîna deriyê hesinî ve Merdan dehfandin hundir. Merdan mîna kelkeleyek payîzî ye ba revandî pekiya, yekser bi bejna xwe li nav hucrê deverû dirêj bû. Jiber zerpkirinê, birînên wî jan dan, wisa jan dan ku Merdan tab nekir, xerikî, jixwe ve çû. 

Bi jana birînan xeriqîbû, dîsa bi jana birînan bi xwe ve hat. Çiqas zeman bû xeriqî bû, nizanîbû. Serê xwe hêdîka bilind kir, bi çavên şikestî li dora xwe mêyzand. Di hucreyeki biçûke bê pace de bû. Li kuncekî ranzeyek hesin ê du qat hebû. Li ser her qatekî jî doşek, balîf û betaniyek leşkerî hebûn. Xwe ber bi ranzê ve kişand. Bi axîn, dest avête şîşa kêleka ranzê û xwe wergerand ser qata binî. Qirêjê rengê doşeg, balîf û betaniyê dabelandibû. Çavên wî bi xweberê hatin girtin û nîvxeriqî di xew re çû!

Germ e. Gelek germ e. Laşê Merdan sinciriye, neksa wî diçike. Li nav dirik û deviyan bê sekan dibeze. Bedena wî di stirû û dirik û xişîran de zîtol zîtolî dibe. Canê wî diêşe... Bê hesap diêşe. Him dibeze him jî jixwe re dibêje; “Ez li deşta Ûrmiyeyê me.” Lê qet naşîbe deşta Ûrmiyê. Erdekî hişk, germ, xişîr, dirik û strî ye. Ne deşt e, ev xak bêhtir dişibe beyaran. Çiyayên Heftenîn di navîna deştê de bilind dibin, li aliyekî jî ew geliyê li pişt gundê wan dirêj dibe. Ji Heftenîn dengên qilêşan leq bi hewayê dixin. Nalînek kûr bilind dibe ji geliyê. Merdan telba dayika xwe dike, bêhna wê hildide, pejna wê dihezirîne, lê dayik tu naxwiyê. Axx, ev car jî himbêza dayikê wê bibaya qismet! Ji gelî nalîn bilind dibe. Canê Merdan zîtol bûye, diêşe. Ji qudum ketiye, himbêza dayîkê gelek dixwaze, pejin heye, lê dayîk bixwe naxuyê! Germê bedena wî sincirandiye, neksa wî diçike. Dengê nalînê ji guhên wî nabire. Paşê gelî, Heftenîn û deşt di cih de hil dibin, dihejin, li nava hev dikevin û noqî avekî dibin. Merdan dibêje; “Ev av gola Ûrmiyê ye.” Li dawî gol jî lê winda dibe. Lê ew nalînên kûr jê naqetin. Merdan dîsa li hucreya biçûk, li ser ranzeya hesinî, di nav nivînên leşkeriyê qirêj de ye. Xwe jixwe re dibêje; “Ev xewn e, dizanim ku ez di xew de me! Lê ev nalîn ji ku tê?” Paşê çavên xwe hêdîka vedike.

Zeriyek nûciwan, pal daye dîwarê pêşber, berî li Merdan rawestaye! Porê wê yê reş li nav hevdu ketiye, bûye gijîk. Birî û bijangên wê jî reş in. Cilên gerîla lê ne! Lê cilên wê parçe parçeyî bûne! Merdan di dilê xwe de dibêje; “Gerîlayek hevqas pejmûrde dibe?” Doranên çavên wê reş bûne, werimîne, li sifetê wê reşaya şûnen derbeyan dixwiyên. Ji aliyekî devê wê ta bin çeneyê şûna çixêzek xwîn kifş e. Rengê xwîna ku li bin çeneya wê ziwa bûye, reş dike. Cilên li ser ta navikê tîş bi tîş hatine qelaştin, hêlên cilen qelaştî li ba dikevin! Memikê wê yê rastê bi derba kêrekî ve, bi qasî çar tiliyan hatiye vêxistin, memikê çepê ji binî ve tune! Çawa ku dixwiyê guleyekî dilê wê vejendiye! Xwina dilê wê hîn jî nemiçiqiye, zirav zirav dilop dike. Spîkên çavên wê şêlû bûne û dinale. Merdan jê dipirse; 

-Tu kê yî? 

Ew bê lebat dibersivîne: 

- Ez Nalîn im!

- Tu çawa hatiyî vira? 

- Ez ji vir qet derneketim ku!

- Çawa? Yanî paşerojeka te qet nîne? Berî vir tu li kuderê bûyî, te çi dikir, li vir çi dikî, vanan ji min re vebêje! 

Nêrînên wê timî mit in, dîsa bê lebat dibêje; 

- Vebêjim; navê min Nalîn e!

Û Nalîn vedibêje: 

-Ez ber bi bayê evînê ketim, bayê evîna xwe! Pekiyam ber bi werzên nebeled ve. Hin caran serî û piyên min cih guhastin bi hevdu. Carînan jî di nava vî bayê evînê de, ez bixwe jî bûme bahozek! Bahozekî dîn û har û bê eman! Û min bi dînanî lîland! Her tişt ma li pey min. Gundan, bajaran, çol, çiyan û daristanan... Hemû man li dû min! Bi werzekî barankêş re rûbirû mam. Werzekî xeribî nenas! Min werzên xerîb tenê di wêneyan de nas dikir. Lê ew roj bi hemû rastiya xwe ve li pêş min dilerîzîn werzên nenas. Paşê min Îştariyet pêşnumand jixwe re! Lê Gilgamêş li min bûne bi hezaran! Bavbûn, birabûn, hevalbûn, fermandarbûn..! Hemû Gilgamêş bûn! Ez bilind firiyam, wanan ez nimiz xistim!

Min jî ji xwe re cîhanek nû afirand, cîhanek li xasê xwe. Min cihanek wisa afirand ku bêyî destûra min, tu destên biyan negihişte, tu nezerên xirab ew nedît! Paşê min di cîhana xwe de werzeyên xwe xêz kir û bi wêneyên xwe aşîna ve xemiland. Min navne nemiran kolan li binê wêneyan. Paşê min himbêz kir ew wêneyên aşîna û ez ketim korîdorên paşerojek ku rêya bi salan dûr! Li dawî mij û moraneke sar, li serê min, bû tacê bextreşiya min! Û ewrên bêbextiyê dereve bûn li min. Barana neçariya min tenê ez rapêçam. Baranê dilop bi dilop li dilê min gol girt, li sifetê min bû lêhî û herikî û herikî!.. Min nexwest ku wêne ji destê min bikevin û hin bi arînî min ew himbêz kirin. Barana min jî ew himbêz kirin û wêne şil bûn, sûret heşîbîn, tenê ev navên kolayî man. Paşê min ew navan ji wir rakirin û li dilê xwe kolan. Dilê min bu hespekî rahwan, şahrabû, deşt, zozan, çiyan da ber xwe û ez li cîhana min gerandim. Min di vê gerê de ji nû ve xwe dît, xwe nas kir. Min, çi dikir, çi dikim, ez dê çi bikim, nizanim. Ez çi bikim ku her tişt bu awazê min ve rabin reqsê? Bi ku ve biçim da ku xeyda min, şadbûna min, evîn û bextewariya min hempayên xwe bibînin?

Merdan digirî! Hêsirên şor dilopî ser birînên wî dikin, birîn diêşin, jan didin û tîrên janê li dilê Merdan eser dikin. Birîn her ku jan didin, rondik jî ewqas li pey hevdu rêz dibin. 

Nalîn bi nêrînek şikestî ve lê dimêze, paşê jê dipirse; 

- Çima wiha bi şewat digirî hevalê delal? 

Merdan çavên heznî dadixe erdê.

- Çima negirîm hevala bextreş? Li cîhanê her tişt dijminatiya me dike, hêsirên çavên me bixwe jî!

- De bigirî hevalê min. Dibe ku hêsirên çavan birînên te bikewînin! 

Nalînên guhên Merdan kurtir û nêzîktir dibin. 

Merdan bi tevayî dengê giryanê û olana nalînan ve ji xew veciniqî. Birînên wî bê hesab jan û çîk didan. Ji êşa derba li singa xwe neksa wî tengijî bû. Deng û pejna zerîkeça di xewne de hin jî di hişê wî de liq mabû. Baş dizanîbû ku heya jiyana wî hebe, wê ew deng û pejin ê terkê neke. Bixwe ji xwe re got; “Min di jiyana xwe de xewnek hevqas jînde nedîbû.” Xwe nerm vegerande ser piştê. Çavên wî li binê ranzeya li jor, kete ramanên zeriya di xewnê de. Nêrînên wî di navbira hesinên ranzeyê de bi goşeyê kaxizekî spî ket. Hêdîka dest avête kaxiz ji navbira hêsînan kaş kir derxist. Ji nêv kaxizê qatkirî, pênûsek qurşûn e biçûk kete xwarê. Kaxiz ji hevdu vekir. Cih bi cih dewsa dilopên xwînê dixuyan li kaxizê. Li ser kaxizê di nêv lekeyên xwînê de çend çixêz nivîsara nîvheşifî dixuya!


“Roj çi wext e nizanim. Lê baş dizanim ku îro 9’ê Sibata 1997’ê. Îro 29 rojên min qediyan li vir. Ezê sibehê bibînim, an jî bi saxî ji vir derdikevim gelo, nizanim. Bi qasî ku dizanim; rojê sê fasil îşkence dibim û heya ev roj şeş car hatim tecawizkirin! Lê can û mejiyê min timî serhildêr û azad man. Di eşkenceyê de jî di bin tecawizê de jî ez, her ez mam û min bêrûmeti nasnekir!..

Ey hevala/ê ku rêya wê/î bi vira bikeve, min ji vê hucreya teng û tarî derxîne.” 

NALÎN

Çavên Merdan man li kaxiza bixwîn. Di kanîya çavên wî de hêsir kom bûn, ji wir jî di ser rûyê wî re herikîn, dilop kirin ser balîfê bi qirêj. Qirêja balîf, di demekî pir kin de hêsîrên dilopkirî dabeland. 


* Girtîgeha Tîpa E ya Gümüşhaneyê C/12 


* Ev çîrok ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî hatibû şandin.