Şerên di navbera şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî komên çeteyan yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam / El Nusra de bi dijwarî didomin. Hat diyar kirin ku komên çeteyan li Efrînê avêtine ser malên welatiyên sivîl û xaniyên wan hildiweşandin e û 70 welatî jî bi xwe re revandine. Li gundê Elok ê ku dikeve rojavayê Serêkaniyê jî di navbera şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyan de tangeke çeteyan hatiye rûxandin.

QAMIŞLO: Nûçegihanên ANHA yê ragihandin ku li derdorê Sididiyê û Mişrefa yê 5 kîlometre dikeve  bakûrê Til Koçer, li gundê Yûsifiyê, Girhok yê başûrê Girkê Legê, li gundê Til Îd yê dikeve rojavaya Qamişlo di navbera şervanên YPG û YPJ’ê û komên çeteyan de pevçûnên demî derketine.
EFRÎN : Li gundên derdora Helebêya rojavayê Kurdistanê, komên çeteyan yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam / El Nusra, bi alîkariya komên çete yên Kurd, welatiyên Kurd direvînin û malên wan hildiweşînin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin 70 welatiyên ji gundên Til Hasil û Til Eranê di destê komên çeteyan de li bajarê Sifîrê girtîne ne. Di agahiyan de hat diyarkirin ku di heman demê de ev çeteyan malên welatiyan yên li Til Hasil û Til Eranê jî hilweşandin e. Her wiha hat diyar kirin ku komên çeteyan bi alîkariya Tabura Selahadîn 30 welatiyên gundê Kefesixîrê revandine û heta niha agahî ji wan nehatine girtin. Heman agahiyên ku ji çavkaniyan hatine girtin hat diyarkirin ku komên çeteyan jina ciwan a bi navê Îlham Rûmî revandine û ji bo berdana wê jî ji malbata wê pere xwestine.
SERÊKANIYÊ: Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, li gundê Elok ê ku dikeve rojavayê Serêkaniyê tangek komên çeteyan hatiye rûxandin. Her wiha hat gotin ku komên çeteyan gelek windahî dane, lê ji ber ku car caran pevçûn diqewime, agahiyên zelal nehatine bidestxistin. 

QAMIŞLO