Şirketa Rheinmetal dixwaze bi avakirina fabrîkeya çekan a li Tirkiyeyê xwe ji bin bandora qedexeya Elmanyayê ya firotina çekan rizgar bike. Li ser vê yekê kampayayek hate destpêkirin. Di kampanyaya bi navê ‘Tankan nedin Erdogan!’ de bang li rayedarê şîrketê û hikûmeta Elman tê kirin ku ev hewldan were asteng kirin. Kampanya li benda desteka Kurd û aştîxwazan e. Hedefa kampanyayê 250 hezar îmze ye. Heta niha 220 hezar hatine berhev kirin. 

Li Elmanyayê ji bo ku karxaneyeke çêkirina tank û panzeran li Tirkiyeyê çêneke li dijî şirketa sîlehan a Elman Rheinmetalê bi navê “Ji Erdogan re zirîpoş nînin” kampanyayek hat destpêkirin. Kampanya li ser malpera kampanyayan Compact jî dimeşe. 

Metna kampanyayê dibêje, “Tirkiye timî zîrîpoşa (tank û panzer) li dijî xelkê sivîl ê Kurd bi kar tîne û dike ku ew ji cih û warên xwe bibin”. Pê re jî kampanya ji parlemana federal dixwaze ku bi planên çêkirina fabrîkaya tanka li Tirkiyeyê asteng bike, lewma li gorî qanûnên Elman, divê meclîsa federal a Elman pêşî destûrê bide ji bo ku sîleh werin firotinî welatekî din, lê bi vê projeyê Rheinmetal dixwaze xwe ji vê mecbûriyetê xilas bike.

Bang li hikûmetê tê kirin

Di metna kampanyayê de yekser bang li endamên Komîsyona Budceyê yên Meclîsa Federal, Wezîrê Karê Derve Sigmar Gabriel û Serokwezîr Angela Merkel tê kirin. Bi bîra wan tê xistin ku şirketa Rheinmetal dixwaze fabrîkayê li Tirkiyeyê çêke da ku xwe ji kontrola firotina sîlehan a federal xilas bike. Ji ber wê jî ji hikûmeta federal û meclîsa parleman tê xwestin ku vê projeyê asteng bike bi wê rêyê ku bi rengekî eşkere ji şirketê re bibêje, heger tu ji Erdogan re fabrîkaya tankan çêkî hingî hikûmeta Elman wê sîlehan ji te nekire. 

Armanc 250 hezar îmze ne

Armanc ew e ku 250 hezar îmze werin komkirin û pê re jî ev kampanya wê biçe ber destê kesên pêwendîdar û meclîsa federal a Elman. Heta niha di çarçoveya kampanyayê de dema nûçeya me dihate amade kirin 219 hezar û 637 îmze hatine berhevkirin.

Navnîşana beşdariya kampanyayê

Kesên dixwazin tevlî kampanyayê bibin dikarin li ser malpera  îmza xwe bidin. Ji bo îmzekirin, nav, paşnav û navnîşan divê bêtin nivîsandin. 


FRANKFURT