Di şerê li dijî DAIŞ û hevkarên wê de, me berdêlên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezin e. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê li ser serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî DAIŞ‘ê daxuayniyeke nivîskî weşand û pîrozbahî li hêzên QSD’ê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “DAIŞ’ê, wekî hêzeke reş û tarî ji Iraqê heta Başûrê Kurdistanê, ji wê derê heta navenda Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, di navçeyeke fireh da teroreke bê tixûb da dest pê kirin. DAIŞ’ê bi navê Dewleta Islamê, sîstema xwe ya terora reş, zalim û faşîst ava kir. Ji gelek aliyan ve esasê hebûna wan zêdetir li ser birrandina Kurdan bû. Wan Kurd ji bo xwe tehlîkeya herî mezin qebûl kir û Kurd kirine nîveka hedefa xwe.
Ev pratîka wan di êrîşa wan a 2014’ê ya li ser Mûsil, Şingal, Mexmûr û Kobanî de bi vekirî hate dîtin. Herwisa li navçeyên Dêrezor-Reqqayê heta Minbicê jî, sîstema xwe ya xwûnavî bi cih kirin û jiyan li xelkê vê navçeya fireh heram kirin.”
KNK’ê diyar kir ku di rewşeke wiha de Kurdan û tifaqdarên wan ên ji xelkê xwecih, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb û yên din, pêkve organîze bûn û beramberî DAIŞ’ê berxwedaneke xurt nîşan dan. Herweha koalisyoneke navneteweyî jî, di vê pêvajoyê de xwe organîze kir û bi xebateke paralel û hevrayî ya digel hêza Kurdan, êrişên DAIŞ’ê hatin pûçkirin.
Tifaqa neteweyî
Konseya Rêveber a KNK’ê got, “Li dijî vê hovîtiya DAIŞ’ê ji Başûrê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê tifaqeke neteweyî û niştimanî jî pêk hat. Li seranserê Kurdistanê û meydana dîasporaya Kurdî jî, pêla piştevaniyê bilind bû. Ji hêzên gerîlla heta pêşmergeyan, di xeta parastina Kurdistanê de eniyeke berxwedanê pêk hat. Bi taybetî di parastina Şingal, Mexmûr, Kerkuk û Kobanê de, hêzên Kurdistanê mil bi milê hev têkoşîneke hevrayî nîşan da.
Dewleta Tirk, bi awayeke sîstematîk DAIŞ û hêzên din yên tarî destek kirin û berdan pêsîra Kurdan. Dema ku ew hêz têk çûn, bi xwe raste rast kete êrişê û gelek deverên Rojava dagir kirin. Niha jî êriş û gefên xwe yên li Rojava di domîne.
Ji serê 2015’an, bi rizkarkirina Kobaniyê pê ve pişta DAIŞ’ê hate şikênandin. Bi serketina Kobanê ve, hemû hêzên dijî DAIŞ’ê, di serî da YPG-YPJ, HPG û Pêşmerge, her weha desteka aktîv ya koalisyona navneteweyî, pêkve serketina mezin dane dest pê kirin. Cihê şanaziyêye ku ji seranserê Cihanê gelek kesên azadîxwaz û demokrat, di vî şerî de weke şervanên internasyonal cihê xwe girtin û hinek ji wan jî şehîd bûn.
Bi rizgarkirina Şingal, Minbîc, Mûsil û paşê jî bi standina Reqayê dawiya DAIŞ’ê hate anîn.”
Bahoza QSD’ê toz ji DAIŞ’ê rakir
Daxuyaniya KNK´ê wiha dewam kir: “Lê belê, nuqteya dawiyê di van rojan de bi hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD li Baxoza Dêra Zorê hate danîn. Bi vê operasyona nû ve, ku navê Hemleya Bahoza Cizîrê lê hate kirin, DAIŞ bi pêşengiya YPG-YPJ û berxwedana hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk û her wisa piştevaniya koalisyona navneteweyî, bi temamî ji nav Sûriyeyê hate ramalîn û derêxistin. Ango, bahoza QSD´ê toz ji DAIŞ’ê rakir û Baxoza di destê wan de jî, ji destê wan hate rizgarkirin û dawî li vê efsaneya qelp ya DAIŞ‘ê hate anîn. Niha DAIŞ, weke hêzeke eskerî şikestî ye û çi dever dibin destê wê de nemane.
Di vî şerî de weke gel, me gelek bedelên mezin dan. Ji seranserê Kurdistanê, ji pêkhateyên Rojava û bakurê Suriyê, piranî ciwan hezaran kesên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Ev serketin bi ked û fedakariya wan şehîdan pêk hatiye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta van şehîdan de, em hemî şehîdên azadiyê, bi rêz û hûrmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.
Serketina Kurdan û hevpeymanan ya beramberî DAIŞ’ê, di dîroka têkoşîna dijî terorê û nijadperestiyê de bûyereke mezin û dîrokî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin, “KNK di serî de xelkê Kurd û pêkve Kurdistaniyan, hemû hêzên parastinê, YPG, YPJ, HPG, YBŞ, Pêşmerge û hêza eskerî ya koalisyona navneteweyî pîroz dike, ku navçe û dinya qet nebe di şertên îro de ji vê belaya reş ya DAIŞ’ê xilas kirin.
KNK bi munasebeta têkbirina DAIŞ’ê û vê serketina mezin û girîng, dixwaze bala pêkve eniya dijî DAIŞ’ê bikşîne ser wê yekê ku di pêvajoya nû ya piştî şikênandina DAIŞ‘ê de, baldariya xwe sist nekin û di navçeyê de li dijî hemû hewildanên ku careke din rê li ber van tehlîkeyan xweş bike, bi hevrayî rawestin.
Di şerê li dijî DAIŞ û hevkarên wê de, me berdêlên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezin e. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN