
Dinêser li ku ye? Kî li wir jiyaye, nivîskarên wê hebûn ya na? Em qala Dinêserê, bi navê xwe yê îro navçeya Qosera Mêrdînê dikin.
Îbnu Ilalmiş pirtûka "Tarîxa Dinêserê" amade kiribû. Pirtûk ji pirtûka Hilyet'us-Seriyyîn Min Xewasi'd-Duneyseriyyîn" hatiye neqandin. Ev pirtûka ku ji wir hatiye girtin û di roja me de bi werger û amadekariya Mela Birhanê Tarînî careke din derketiye pêşberî xwendevanan. Pirtûka ku ji Weşanên Peywendê derket, agahiyên li ser Qoserê pêşkêş dike.
Tarîxa Dinêserê di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhim e. Hem dîroknasên Ewrûpî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajar bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nînin. Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku Kurd li wan niştecih in ti demê hêjayî xwe rastî elaqeyê nehatine. Dîroka gelek bajarên Kurdan ên qedîm yan nehatiye nivîsîn yan jî li ser tarîxa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li ber rizînê ne, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Evberhema ku niha derketiye xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye û parçeyekî muhim a dîrokeke qedîm radixe ber çavan. Tarîxa Dinêserê, hem ji bo xwendevanên ‘ji rêzê’ hem yên elaqeyê nîşanî dîroka serdema navîn a Kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhim e.
Weşanên peywend bi navê "Tarîxa Dinêserê" ev berhema Îbnu Ilalmiş bi amadekarî û wergêriya Mela Birhanê Tarînî bi 175 rûpelan vê berhemê pêşkêşî xwînerên Kurdiyê kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN