MELÎKE AYDIN / JINNEWS / IZMÎR

Lîstika ‘Tartuffe’ ya Şanoya Bajêr a Amedê ku li turneyê ye, li Îzmîrê rastî elaqeyeke mezin a xelkê hat. Gelek hezkiriyên huner ku cara yekem li şanoya Kurdî temaşe kirin, dixwazin li Izmîrê xebatên çand û huner ên bi zimanê Kurdî zêdetir bibin.

Şanoya Bajêr a Amedê di sezona nû de lîstika ‘Tartuffe’ ya Moliere wergerand Kurdî û pê derket tûrneyê.

Li Izmîrê, lîstik li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet hat lîstin. Dîcle Guneş Yavuz a ku bi rola jineke pîr û oldar radibe, endama nû ya Şanoya Bajêr a Amedê ye. Dîcleyê got, herî kêm 20 caran li Êlih, Wan, Enqere, Stenbol û Izmîrê ‘Tartuffe’ lîstine û got, temaşevanan elaqeyeke mezin nîşan daye: “Lîstikek kevn e lê rojanebûna xwe diparêze. Ji ber vê, elaqeyeke mezin dît. Beramberî şanoya Kurdî meraq heye. Ez dixwazim li Izmîrê jî ekîbeke şanoya Kurdî bê avakirin.”