Ev tasa hanê ya seramîk bi rastî jî yek ji kêm nimûneyên hunera xemilandina seramîkê ya sedsalên destpêkê ya împeretoriyên Îslamî ye. Ew bi yek rengî (monokrom) û bi beriqandinê hatiye xemilandinê, ji sedsala 10´an maye û li Iraqa îro hatiye çêkirin. Di xemla wê de weke resm jî figur tên xêzkirin û di vê nimûneyê de em beyreqdarekî dibînin. Ev beyreqdar jî fîgureke qesra hikimran e ku elaqeya wê bi sembola hêza desthilat re tê danîn. Ji ber wê jî ji vê tasê re dibêjin, Tasa Beyreqdar. Maneya wê jî ev e ku ev tasa hanê jixwe ji bo mişteriyekî malmezin heta belkî ji bo qesrê bi xwe hatiye çêkirin.
Ev tasa hanê ji nimûneyên herî baş hatiye nasîn ê hunerê seramîka bi dekorayona fîguratîf a serdema Ebasiyan e. Jixwe bi beriqandina bi yek rengî (monokrom beriqandin) teknîkeke dekorekirinê ya sedsala 9´an a li Iraqê ye. Ji bo wê pisporiyeke mezin û sebreke zêde lazim bûye.
Boyaxa yekreng tercîh kirine
Ev boyaxa yekreng jî ji metaloksîdên sifr û zîvê hatiye çêkirin. Gava ku mirov ji awirekî diyar ve lê dinihêre, ev dekorasyon efekteke refleksiyona metelîk a reng diguhere çêdike. Li ser vê nimûneyê beyreqdarekî ku di herdu destên xwe de alayê digire, teyrekî tawis ku profîla wî ber bi rastê ve ye hene. Em peyvên bereke (bi maneya xêr û bêrê) û el-milk (bi maneya hikimraniyê) ji hev derdixin. Ev ne yekane mijara dekoratîf a wê sedsalê ye, mînakên bi fîgurên eskerî û yên ziyafetan jî hene.
Ev nimûne bi xwe, li Muzexaneya Louvreê ya li Parîsê ye di nava Hunerê Îslamî de tê pêşandan.
PARÎS