Piştî rizgarkirina taxa Niêmê ya li rojhilatê Minbicê êdî taxa El-Iriz di hedefa şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye. Fermandarê Tabûra Şems El-Şemalê, Ebû Elî Necim jî got bi şerê li taxa Keçlê 4 hezar sivîl rizgar bûn. Li aliyê din Minbicîyên nû rizgarkirî jî tevlî nav refên QSD´ê dibin.

Nûçegihanên ANHA’yê ji Minbicê ragihand ku di şerê pêr bi şev ê rizgarkirina taxa Niêmê ya rojhilatê Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên 11 çeteyan jî  tevî miqdareke mezin a çek û cebilxaneyê ket destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.

Li herêmê operesyona lêgerîn û kontrolkirinê didome. Piştî rizgarkirina taxa Niêmê êdî xeta şer derbasî taxa El-Iriz ya bakurê rêya Cizîrê û rojhilatê navenda bajêr bû.

Li aliyê din, doh sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Um Edesê yê rojavayê bajar kir. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da. Şer dema nûçe dihat amadekirin, hîna dewam dikir.


Şems El-Şemal: Em bi pêş ve diçin, çete dişikin

Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal a di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de Ebû Necim têkildarî şerê di navbera hêza wan û çeteyên DAIŞ‘ê li taxa Keçlê ya Minbicê, agahî dan.

Ebû Elî Necim da zanîn ku gava yekem a rizgarkirina taxa Keçlê, ji dibistana Kerama û Adiyat rojhilatê taxê destpê kir û got, piştî bi du seatan a şerên dijwar, dibistan hate rizgarkirin. 

Ebû Elî Necim li ser şerên li deverê weha peyivî: “Şer li wê deverê 4 rojan dom kir. Piştî şerê 4 rojan hêzên me tax rizgar kir, û 4 hezar sivîlên li taxê hatin rizgarkirin.”

Necim di dewama axafatina xwe de bal kişand ser rewşa taxê piştî rizgarkirinê û got, hêzên wan navenda tendurustiyê ya li ser rêya Cizîrê û aşê gemin jî rizgar kirin. Necim da zanîn ku hin çete jî bi saxî ketin destê şervanên wan.

Li ser moralê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ebû Elî da xuyakirin ku şervan bi moralekî bilind şerê çeteyan dikin û got, di şerê rizgarkirina taxa Keçlê de ti zirar negihişt şervanênên wan. Ebû Elî destnîşan kir ku di demeke nêz de, dê bajar bi temamî were rizgarkirin û sedema derengmayîna wê spart bi hezaran mayînên çandî, bikaranîna sivîlan wekî mertalên zindî. Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal Ebû Elî Necim di dawiyê de, bang li şêniyên bajêr kir ku dûrî noqteyên DAIŞ´ê bibin.


Ciwanên Minbicê tevlî QSD´ê bûn

Li aliyê din, QSD´ê ji bo ciwanên Minbicê dewreyeke perwerdehiya leşkerî da destpêkirin. 

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin avakirin, ji her derê ciwanan berê xwe da nava van hêzan û li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Ji destpêka operasyona rizgarkirina Minbicê ve, ciwanên ji Minbicê ji bo rizgarkirina bajarê xwe û parastina gelê xwe, ref bi ref tevlî nava hêzên QSD’ê dibin.

Akdemiya Şehîd Kemal a Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo ciwanên Minbicê û gundên derdora wê, dewreyeke perwerdehiya leşkerî da destpêkirin.

Dewreya bi navê Şehîd Hîwa di roja 17’ê Tîrmehê de destpê kir, û lê dersên leşkerî û ramyarî tên dayîn. Şervanên ku beşdarî dewreyê bûne gotin, ew ê heta paqijkirina tevahiya herêmê ji qirêjiya çeteyên DAIŞ´ê, li ber xwe bidin. 


 MINBIC / GIRÊ SPÎ






Minbicî vedigerin malên xwe


Welatiyên gundê El-Refîa yê Minbicê bi însiyatîfa Meclîsa Sivîl vegeriyan malên xwe. 

Endamên Meclîsa Sivîl a Minbicê ji bo makanîzmeya vegera gundiyan, bi rûspiyên gundê El-Refîa yê ser biMinbicê, civiyan. Hevserokên Meclîsê Sozdar Xalid û Şêx Farûq El-Maşî got, ji bo vegera welatiyan çi alîkarî ji destê wan were ew ê bikin.

Kesên civiyayî diyar kirin ku ew ê berpirsyartiya van welatiyan rakin û gotin, pêwîst e, çi tevgereke ne rewa were dîtin, yekser meclîs û hêzên peywendîdar ên ewlekariyê pê werin agahdarkirin.

Di dawiyê de komîteyeke ji 3 kesan ku nûnertiya gund bike, hate avakirin da ku pirsgirêkên welatiyên gund çareser bike.