Ji ber şaredariya AKP'î ya Mûşê xizmeta paqijiyê baş nake, li Mûşê gelek tax di bin gemar, sergo û qirêjiyê de dimînin. Li taxa Murat Paşa ya Navenda Mûşê ji ber ku paqijî nayê kirin kolan di bin gemar û sergo de man. Li aliyekî kolanên nava taxê nayên paqijkirin, li aliyê din çemê ku di nava taxê re derbas dibe tije çop bûye û talûkeya nexweşayê belav dike. Tirsa taxe ya herî mezin zarokên xwan ji ber gemara kolan û çem bi nexweşiyan bikevin. Welatiyên taxê nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin şaredarî gemara nava kolanan paqij bike û çem ji gemarê bipareze.
Welatiyê bi navê Mehmet Guler, anî ziman ku bi salan in di nava qirêjiyê û behna geni de dijî û wiha got: got: "Bi taybetî şaredarî taxa me paqij nake. Ger ku kolan û çem neyê paqijkirin dê di rojên pêş de nexweşî belav bibin. Divê rayedar bi lezgin çareyekê bibînin."
Welatiyê taxê Esîn Ataman jî anî ziman ku ji ber paqijî nayê kirin bi taybetî di demsala hevînê de nexweşi zêde dibin û bêhna genî wan ziwer dike. Ataman, da zanîn ku ji bo paqijiya çem û kolana bi dehan caran serî li şaredariyê, DSÎ û walîtiyê daye, lê heta niha pirsgirêka taxê ya paqijiyê çareser nebûye.
Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku nikarin bersîv bidin. Rayedaran, anîn ziman ku şaredar jî ne li cihê xwe ye.
DÎHA/MÛŞ