RÊBAZ HESEN/ANF/KERKÛK


Li taxa Cot Qehwe ya Kerkûkê, ku Kurd, Tirkmen û Ereb lê bi hev re dimînin, çanda jiyana bi hev re bi sedan salan e dewam dike. Ango jiyana hevpar û xweşbîniya li bajêr bi sedan salan ji xwe kêm nekiriye. Kerkûkê ku ji ber çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrolê timî bala hêzên netewe-dewlet û dagirkeran kişandiye ser xwe. Gelên bajar û herêmê, bi xwe tevî vê yekê jî bi sedan salan bi çanda jiyana hevpar aştî û aramiya xwe xwedî û zexm kirine. Taxa awil û ya herî kevn a Kerkûkê ya li derveyî sûrên Keleha Kerkûkê navenda vê çandê ye û bi navê Cot Qehwe marûf e. 


Taxa li derveyî sûrên bajêr

Hostayê pêlavan, Haşim Tofîq, diyar kir ku taxa Cot Qehwe taxa destpêkê ye ku li derveyî Kelehê hatiye çêkirin û ragihand, navê taxê jî ji du qehweyên li sûka vê taxê hingê avakirî, tê. Tofîq got, “Ev der, yek ji kevintirîn taxên Kerkûkê ye. Sûka herî mezin ev der bû. Ji vir û wêde jî bazarek hebû. Ew der weke Bazara Biçûk dihate naskirin. Navê Bazara Gewre li vir hatibû kirin.”


Banê hurmet û xweşbiniyê

Tofîq da zanîn, ku li bajêr ji mêj ve gelên cuda bi rengekî aştiyane bi hev re dijîn û Kerkûk weke bajarê “aştî û xweşbîniyê” bi nav kir: “Em Kurd, Tirkmen û Ereb bi hev re li vê taxê dimînin. Têkiliyên me yên bi hev re gelekî baş in. Bi xwîşk û biratiyê em bi hev re dijîn. Em êdî yek in. Mînak; hevalê li kêleka min Tirkmen e. Em li vir li hev rûdinên û sohbetê dikin. Em bi Tirkmenî diaxivin, bi Kurdî daxivin. Ev bajar bi giştî wiha ye. Yanî ji mêj ve bajarê Kerkûkê bajarê hurmet û xweşbîniyê ye.”


Newayên Kurdî, Tirkmenî û Erebî

Tofîq ji bo mêrên vê navenda sûkê got, Kurd, Tirkmen, Ereb li bazarê bi hev re ne êvarê jî diçin qehweyê û sohbetê dikin. Tofîq diyar kir ku bavê wî kilaş (Cûreyekî pêlavan, ku bi giranî Kurdên Hewreman ên li Rojhilat çêdikin) çêdikirin û wiha peyivî, “Kilaşên li vir dihatin çêkirin li bazarê dihatin firotin. Ji Kifrî, Hewlêr û gelek cihên din sîparîş dihatin kirin û me jî bersiva wan didan. Dema kar diqede, em li vir li hev dicivin, her êvarê heta derengiya şevê sohbetê dikin. Li stranên bi Kurdî, Tirkmenî û Erebî guhdarî dikin û sohbetê dikin.”


‘Hesinkarê Tirkmen û kalikên wî’

Tirkmenê bi navê Kamîl Sabîh Haçercî, li bazara Cot Qehweyê hesinkariyê dike. Wî got, ev sê nifş in ku ew vî pîşeyî dike û wiha dewam kir: “Kalikên me ev kar ji me re hiştin. Piştî kalik û bavê xwe niha ez dewam dikim. Di nava malbata min de kesê ku vî karî didomîne, tenê ez im. Ez ê dest ji pîşeyê xwe bernedim. Heta nefesa xwe ya dawî ez ê vî karî bidomînim.”


Dem çerxeke li me digere

Hançercî bal kişand ser guhertina pêdiviyên mirovan bi demê re û got, “Berê tiştên weke şûr û xençeran dihatin çêkirin. Lê êdî ji ber ku pêwîstî bi wan nîne, pîşeyê me jî guherî. Wextekê me das çêdikir. Niha jî em bi giranî kêr û satoran çêdikin. Berê 13-14 hosta hebûn, lê niha ez bi tenê mame.”

Hançercî got, dikanên Kurd, Tirkmen, Ereban bi hev ve ne û wiha dewam kir: “Ev bazar berê gelekî bi xêr bû. Mînak; kesî çav bernedida muşteriyê kesî. Dema dikanekê sîfteh dikir û ya din nekiribû, berê muşteriyê dihat dida wê dikana sîfteh nekiriye. Jiyaneke gelekî xweş a bi hev re hebû. Ev yek niha qels bûye. Dîsa jî li gorî cihên din, ev çand hê li Kerkûkê heye.”