Dewreyeke din a perwerdeyê ya Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ) yênser bi YBŞ'ê bi merasîmeke eskerî bi dawî bû. Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mezlûm Şengalî got; "Di vê qonaxê de ku em tê re derbas dibin, pêwîstî bi avabûneke fedaî heye."

Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Tîrêj a YTÊ´yê doh bi merasîmeke eskerî bi dawî bû. Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mezlûm Şengalî got; "Em di nava qonexeke gelek hesas û girîng re derbas dibîn. Em di qonaxekê de ne ku qedera gelê xwe diyar bikin. Ji ber vê sedemê, pêwîstiya me bi eskerên fedaî û profesyonel heye. Tenê em dikarin bi vê fedakariya hevalên xwe bigihîn azadiyê. Di 3 salan de li Şengalê têkoşîne me mezin bû. Me destketiyên gelê xwe parastin."


 Li dijî fermanan YBŞ

Şengalî bal kişand ser PDK'ê û got; "Hêzên piştre hatîn Şengalê û îdia dikin ku wan Şengal parastiye, dixwazin li ser destketî û keda gel rûnin. Bila ti kes  xwe nexapîne. Bila her kes zanibe ku hêza herî zêde nirx afirandî û li vir 300 şehîd dayî, YBŞ ye. Yên pêşiya fermanê girtî hêza cewherî ya gelê me, YBŞ ye. Îro hêzên mêhtinger ji bo destketiyên gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rakin, di rewşa li hevkirinê de ne. Eger îro li jî destketiyan êrîşek hebe, ev yek tê wateya ku ev têkoşîn xwedî serketinan e. Ji ber vê yekê tişta ji bo me girîng tifaq û xwe bi rêxistin kirin e. Îro hûn ji bo vê yekê hatin perwerdekirin. Ji bo vê yekê, yên ku wê bi serbikevin, gelê me û Rêberiya me ye. Wê hêzên dagirker qet bi ser nekevin. Gel wê bi ser bikeve." 


 ROJNEWS/ŞENGAL