RÊBAZ HESEN/ANF/KERKÛK
Li Kerkûkê, tenûrên ku ji aliyê jinan ve dihatin çêkirin, ji ber zêdebûna daxwazê ji aliyê mêran ve jî tên çêkirin. Ji çar aliyên welêt, tenûrên li Kerkûkê tên çêkirin li rastî elaqeyê tên. Çêkirina tenûrê li vî bajarî bûye çavkaniyeke girîng a debara gelek malbatan. Berê, li Kerkûkê tenûr tenê ji aliyê jinan ve dihatin çêkirin. Lê ji ber ku daxwaza ji bo tenûrê zêde bû, mêran jî çêkirina tenûrê ji xwe re kirin pîşe.
Me jî rê û rêbazên çêkirina tenûrê, her wiha taybetmendiyên wê ji hostayên tenûrê pirsîn. Arî Felah ku ev 12 sal in li Kerkûkê tenûrê çêdike, dest nîşan dikin ku hostayên rasteqîn ên tenûrê jin in. Felah anî ziman ku di dema dawî de mêran jî giranî dane ser vî pîşeyî û got, "Berê jinan ev kar dikir. Di salên dawî de me jî dest bi vî karî kir. Axa Kerkûkê baş e, lewma tenûra ji vê axê tê çêkirin gelekî balê dikişîne û tê xwestin."
Hostayê tenûrê Celîl Xelîl Huseyîn ê Tirkmen diyar kir ku heft sal in ew tenûrê çêdike û bi bîr xist, ku ev pîşe berî 200 salan dest pê kiriye, lê di salên dawî de ji bo firotinê tê çêkirin. Huseyîn got, "Nêzî 200 sal in jin tenûrê çêdikin. Wê çaxê ji bo firotinê nedihatin çêkirin. Li ser banê xaniyan, li nava kolanan ji bo malbat karibin ji xwe re nan lê bixin, tenûr dihate çêkirin."
Nanê bi çêjeke cihê
Huseyîn ragihand ku ew tenûrên li Kerkûkê çêdikin difiroşin gelek herêmên Kurdistanê û Iraqê û dest nîşan kir ku nanê li tenûrê tê lêxistin hem paqij e, hem jî bi tehm e. Huseyîn wiha dewam kir: "Nanê li tenûrê tê lêxistin, bi tehm e. Şîfa dide mirovan. Mînak, dema tu nan li tenûrê dixe, digihêje axê, agir jî nava nên germ dike. Nanê li sêlê tê xistin, gelo bi vî rengî ye? Ew hemû nexweşî ne." Huseyîn da zanîn, li bajarê Kufe yê li nêzî Bexdayê jî tenûr tên çêkirin, lê ne weke tenûrên Kerkûkê ne."
Axake taybet dive
Yek ji hostayên tenûrê Serwer Hisên qala taybetmendî, rê û rêbazên çêkirina tenûrê kir: "Axa ku tenûr pê were çêkirin, li her derê nîne. Pêwîst e axa wê taybet be. Ev ax li Kerkûkê bi têra xwe heye. Em vê axê bi taybetî ji navçeyên Rehîmava, Dûbiz û bajarokê Leylanê tînin. Ev axa em tînin divê paqij be, di nav de xîs, kevir û bixuşk tine bin."
Hisên li ser çêkirina tenûrê got, "Em xwê û ka dixin nava axê û di teştekê de mîna hevîr distirên. Em bi naylonê wê heriyê dipêçin û bi qasî du rojan li erdê dihêlin. Bêguman ev dema hiştinê li gorî demsalên havîn û zivistanê cuda ye. Piştre jî em dest bi seyandina bi vê heriyê dikin."
Sê cûre tenûr
Hisên diyar kir ku ji gelemperiya Kurdistan û Iraqê daxwazeke zêde ji bo kirîna tenûrê Kerkûkê heye û got: "Mezinahiyên tenûrên me bi sê awayî ne. Mezin, nîv mezin û biçûk. Tenûrên mezin ji bo firinan, yên nîv mezin ji bo restorantan û yên biçûk jî ji bo malbatan tên çêkirin. Buhayê tenûrên mezin 120 heta 200 dolarî ye. Emrê xwe jî ji 3 heta 6 salan e."