Nîşaniya Adem Ant Garibe Urek, anî ziman ku bukaniya wê bi xwînê sor kirin û wiha got: "Piraniya ciwanên hatin kuştin tev xwendekar bûn. Ji bo lêçûnên xwe yên dibistanê derxin karê qaçaxvaniyê dikirin. Hemû birayê nîşaniyê min diçin dibistanê. Nîşaniyê min ji bo li malbatê binere ji neçarî karê qaçaxvaniyê dikir. Li aliyê din jî ji bo dawetê bike dixebitî. Lê dewletê destûr neda vê yekê û bukaniya min bi xwînê sor kirin."

'Çavê nîşaniyê min vekirî ma'
Urek, anî ziman ku çavê nîşaniyê wê vekirî çû û wiha got: "Welatiyên çûn cihê bûyerê ditin ku nîşaniyê wê pişta wî li tahtekê ye û çavê wî vekirî li rê dinere. Rayedarên dewletê destûr nedan ku alîkarî biçe ji wan re. Destûr nedan ku ambulans biçe birîndaran rake. Li gel vê êşa giran Serokwezîr Erdogan dibêje 'Em dê tazmînanê bidin malbatan. Gelo dê nîşaniyê min jî bi saxî bidin min? Em ne tazmînatê û ne jî tirilyonên wan dixwazin. Piştî ku ciwanên me kuştin êdî qîmeta tiştekî tune."
Urek, xemgînî û hezniya xwe anî ziman û wiha berdewam kir: "Tenê ji nîşaniyê min gustîla nîşaniyê ma. Li ser gustîlê navê min û wî hatibû nivîsandin. Ez vê komkujiya hovane şermezar dikim.
Xwişka Huseyin Encu Selcan Encu jî bertek nîşanî Serokwezîr Erdogan û tazmînata wan da û wiha got: "Bila Erdogan vê êşê bi me nede jiyandin em dê pereyan bidin Erdogan." Encu da zanîn ku bavê we bi fitiqa pişte bû birayê wê debara malbatê dikir. Encu, bertek nîşanî helwesta Erdogan da û wiha axivî: "Erdogan bi salan e êş û işkenceyê bi me dike. Birayên me qetilkirin û niha jî dixwaze bi pere û tazmînatê çavê me bigire. Dilê me diêşe. Gelo Erdogan ev êş kişandibûya dê helwesta wî çibûya? Bila serê hemû gelê Kurd sax be. Bila Erdogan vê êşê bi me nede jiyandin em pereyan bidin wî. Em dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîn."

Dayika Fadil Encu Azime Encu jî hêrs û bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Kurê min hêj ciwan û law bû. Kurê min dê mehek şûnde biçûya leşkeriyê. Lê piştî çû, bi saxî venegeriya. Kurê min qetil kirin. Kezeba min şewitandin. Bila xwedê kezeba wan jî bişewitîne. Ji ber ku em Kurdin ev bi serê me de tên. Êdî bes e ev rijandina xwînê. Em êdî aştî, aramî û azadiyê dixwazin."

ŞIRNEX



Ji bo dabarê qaçaxçîtiyê dikin

Ciwanên gundê Roboskiyê:: "Erdogan ji ber ku qaçaxvanî çavkaniya me ya debarê ye em dê qaçaxvaniyê berdewam bikin."
Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexe di 28'ê kanûnê de 4 balafirên şer ên F 16 êvarî li ser komek qaçaxvan bombe barandin. Di bombebarana balafirên şer ên Tirk de 35 ciwanên ku temenê wan di nava 15 û 22 salî de hatin qetilkirin. Kesek jî birîndar bû. Dewletê di serî de komkujî sansur kir û veşart. Pişt re got şaşî bûye û xwestin bûyer zêde mezin neyê dîtin. Herî dawî wekî bûyerek ji rêzê rayedarên hikûmetê got em dê tazmînatê bidin û xwestin ser mijarê bigirin û ji rojeva gelê Kurd derxin. Lê ciwanên gundê Roboskiyê bertek nîşanî helwesta rayedarên dewletê da û wiha got: Ciwanê gundê Roboskiyê Faruk Encu diyar kir ku hemû welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan xizmê wî bûn. Encu, anî ziman ku li gel 35 kesan jiyan xwe ji dest dan jî ew dê dîsa qaçaxvaniyê berdewam bikin û wiha got: "Em ne 35 kes bên kuştin 350 kes jî bên kuştin em dê li vir qaçaxvaniyê berdewam bikin. Li bajarên rojava gemî û tanker bi qaçaxî diçin û tên. Kes li hemberî vê yekê çima dengê xwe nake. Lê li vir em bi qantiran qaçaxvaniyê dikin tê ber çavê wan. Em bang li Serokwezîr Erdogan dikin û dibêjin Erdogan tu me bikuje jî û perçe bike jî em dê qaçaxvaniyê berdewam bikin."
Ciwanê bi navê Lokman Encu jî bertekên xwe yên li hemberî dewletê anî ziman û wiha got: "Hevalê min ê polê ji bo debara malbata xwe bikin û mesrefa dibistana xwe derxin qaçaxvanî dikirin. Nîv sala dibistanê derbas bû, lê heta niha li me pirtûk nehatine belavkrin. Çima neçin qaçaxvaniyê nekin. Em bi derfetên xwe pertûkan distînin. Ji bo ku em bijîn û debara xwe bikin em neçarin ku li ser vî sînorî qaçaxvaniyê bikin. Em dibêjin êdî bes e. Hevalê me yê bi navê Salîh çend roj berê di polê de puanê herî bilind stendibû. Lê wê rojê xebera mirina wî hat. Dîsa Şervan û Cemal Encu diçûn dibistanê. Amadekariya zanîngehê dikirin."

'Zarokên wan jî bi keştiyan qaçaxvaniyê dikin'

Welatiyê bi navê Necmedin Encu, jî komkujî şermezar kir û wiha axivî: "Di sala 1993'an de dewletê xwest me bi zorê bike cerdevan. Lê dema me cerdevanî qebûl nekir zor li me kir ku em koç bikin. Nêzî 50 salin li ser vê axê qaçaxvanî tê kirin. Dewlet vê yekê baş zane. Li vir zarokên me bi hespan qaçaxvaniyê dikin, lê zarokên Serowezîr, wezîr, serbaz û fermandaran bi hezar tonan û keştiyan qaçaxvaniyê dikin. Kes dengê xwe ji wan re nake, lê yê me 35 welatiyên me dikujin. Ciwanê bi navê Umît Encu jî anî ziman ku ew jî qaçaxvaniyê dike û wê rojê neçûbûya dibistanê ew jî dê di nava komkujiyê de bihata kuştin.

DÎHA/ŞIRNEX