Şengal di şevekî de teslîmî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin, bi kîjan hesaban dibû bil biba lê qet ev şerma rûyê wan kesan nabe ku bê jibîrkirin, herçend ew bixwe gelekî zû ji bîr jî bikin. Qet dîmenê reva li pişt kamyonan ya leşkerên ku hêvî dane gelê xwe û ji wan re gotin hûn rihet birazên û emê bajarê we biparêzin, ji bîra kesî naçe û nabe biçe jî. Bi taybet nabe xelkê êzîdî vê yekî ji bîr bikin. Kurdan ew efûkirin di wê dema hesas û kêliyên hebûn û nemanê de lê, wê dem were ku êdî şans ji efûkirina ti xiyanetan re nemîne. Tabloya heyî ya van çend rojên dawî mirovan dixe nava tirs u gumnên mezin. Tabloya ku tucaran xizmeta yekîtiya netewiya kurdan nake û wê gelek zirarê bide ji ber ku gelek planên qirêj di dewrê de hene.
Bêguman plana rizgarkirina du bajarên Şengal û Musilê demeke dirêj bû li Iraq û başûrê Kurdistanê dihate nîqaşkirin. Heta beriya Şengalê biryar bû artêşa Iraq û pêşmerge bi hevre dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Musilê bikin. lê belê xêr bû ka bê çima PDK zêde germ nêzî operasyona li ser Musilê nedibû yan jî her carê bi behaneyekî taloqdikir. Ji bo Şengalê jî heman tişt hebû, bêguman. Ji xwe biryar bû hemû hêzên kurdî bihevre tevlî operasyona rizgarkirina Şengalê bibûna û heta amadekariyên wê jî hatibûn kirin. lê PDK’ê ji ber sedemên ku divê herkes gumanan jê bike û bi baldarî bişopîne, nehişt ku hêzên kurdî tevlî vê operasyonê bibin. Herî dawî YNK jî tevlî bû lê bi ti awayî nehişt ku hêzên HPG û YBŞ ku bi mehane di bin şert û mercên herî zehmet de xelkê kurd li çiyayên Şengalê diparêzin, tevlî operasyonê bibe. ji xwe ev mijar bi tena serê xwe pirseke mezin ku di serê mirov de çêdibe. Mijareke din ew bu ku hema rojek beriya wê hevpeyvîna Mesûd Barzanî bi kanaleke Erebî re derket ku têra xwe, rewşa xwe trajêdîk û mexdur nîşan dide, qaşo hinek plan li ser hebûne û hinek dixwazin wî bikujin ji bo wê jî xetere û tehdîda terorê bicaran aniye ziman, lê kesî ew guhdar nekirine. Hema di wan deman de me bi carekî Nêçîrvan Barzanî li Enqerê dît, ji xwe tucaran ji xêrê re neçûye Enqerê. Û roj li herêma Kurdistanê roja ala Kurdistanê bû û rojek piştî wê jî roja cejna Êzîdiyan bû ku operasyona rizgarkirina Şengalê bê ku ti hêzên kurdî yên din tevlî bin, destpêkir. Hun ji xwe re werin van tesadufan mêzekin! Eyba xwe ya mezin veşartin bi kirina eybek ji wê meztir nabe û wê neçe serî jî. Dibe ku we ji dîmenan jî temaşe kiribe û wê hêjî dîmenên ji wê herêmê werin ku gelek derewan derxîne holê, bi taybet derewên Rudawa ku bi helîkopteran û di bin kontrolê de derbasî wir bû. Diyar dibe ku çeteyên DAIŞ’ê bê ku yek gule biteqînin hema bajêr radest dikin û direvin. Çi tesadufek! Pêşmergeyan jî wusa kiribûn di dema xwe de, niha jî dora wane. Plan eve; gumanên PDK’ê ji bo girtina Muilê gelek rastiyan derdixe, ji ber ku DAIŞ bi ti awayî amade nîne vî bajarî bide, ger ji bo wê jî lihevkirine din nebe! Ya din kavilkirina Şengalê ji xelkên sivîl, bê ku rastiya dîrokî ya xelkê Êzîdî were berçavgirtin, ji ber lihevkirinên qirêj yên ku mixabin dîroka Kurdistanê neçare serê her dehsalê tama tal ya vê rastiyê bitemijîne, Şengala pîroz ji mirovan tê valakirin. Û paşê jî ji xwe armanca bingehîn ku derxistina hêzên HPG û YJA-STAR’ê û êrîşa li ser Rojavaye, wê bikeve meriyetê. Ji xwe di dîmenan de pêşmergeyekî ji bi DIAŞ’ê digot, wek jinan beziyan û reviyan Sûriyê! Ji xwe wê mijara heqaret ji jinan re daynin aliyekî, ti lome ji aqilê rizî nabe. Lê kes nîne jê re bêje wele camêr ev bazdana wan gelekî dişibe bazdana te û ji xwe plan ewe ku ew çete dîsa berê xwe bidin Rojava. lê ya herî baş ew bû ku HPG, YPG û YBŞ’ê ji aliyekî ve plana heyî vala derxistin, wan jî ji aliyê çiyayê Şengalê ve dest bi oprasyonê kirin û korîdor ji wan re nehêştin. Di kêleka ewqas rastiya bi êş û trajêdîk de ku veşartî dimîne, qehremantiya hinekan wek gotina; ‘Ya bayê anî, bixwe re jî dibe’ ye!