
Şano di awayê derbirînê de hunera herî kevnare ye. Şîn, şahî, lîstik, perwerde, ayîn, çerxa felekê, têkiliyên bi xwezayê re, hêvî, tirs û gelek tiştên din. Ev têgîn bi tevahî serekaniya şanoyê ne ango şano têhnbûna xwe bi van mijaran dişikîne. Şano çawa ku duhî di nava çalakiyên civakî û hunerî de cihekê taybet ji xwe re çêkiribû û digirt, îro jî heman cihî digire.
Helbet di nava Kurdan de jî şano cihekî xwe yê taybet û girîng heye. Mirov dikare lîstikên wekî kalikê salê, bûka baranê û hwd di nava lîstikên şanoyê de bihejmêre lê belê sed mixabin ku bi awayekî nûjenî şanoya Kurdî jî wekî rewşenbiriya Kurdî derengmayî ye.
Bi awayekî nûjen lîstikên wekî Memê Alan, Dayika Niştiman, Koçekê Derewîn û çend mînakên din dikare bê hejmartin lê belê ev lîstik jî ji bo nirxandineke li ser şanoya Kurdî têrî nake. Em dema berê projeksiyona xwe ya lêkolînê bidin ser şanogeriya bakurê Kurdistanê heta salên 90’î tişteke zêde ber bi çav tune. Lê li Stenbolê bi damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê re û di sala 1992’yan de di bin heman baneyê de avakirina şanoya Teatra Jiyana Nû re em li ser geşbûna şanoya Kurdî ya li Bakur dikarin biaxivin. Piştî sazkirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), pêwistiya komên hunerî yen cur bi cur jî xwe da der. Diviya bi aliyên cihêreng ên hunerê êş û azar, kêf û şadiya gel bihata vegotin. Di bin baneya NÇM’ê de gelek komên hunerê yên muzîk û govendên gelêrî hatin avakirin. Lê belê di warê şanoyê de jî diviya komeke bihata avakirin cerebeyên Kurdan der barê şanoyê de bi lîstîkên demsal û dawetan gelek bûn. Biryara avakirina komeke şanoyê di wan deman de ango di sala 1992’yan de tê wergirtin. Koma şanoyê ji karkeran, xwendekaran û ‘betalan’ pêk hatibû. Koma Şanoyê cara yekem di bin rêveberiya ‘Mamoste Cemîl’ de dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir. Heya nîveka 1992’yan, koma şanoyê xebatên xwe li ser navê Koma Teatra NÇM’ê didomand. Koma Şanoyê, di vê demê de bi navê ‘Mişko’ fablek derxist ser dikê şanoyê û pêşkeşî temaşevanên xwe kir.
Piştî vê fablê çend kes ji ber hin sedeman ji komê veqetiyan. Yên mayî, ji nû ve xwe bi rêxistin kirin û dibistana şanoyê vekirin. Çar şanoger (Husên Kaytan, Kemal Orgun, Kazim Oz û Nîhat Oz) derketibûn turneyê. Rawestgeha turneyê ya yekem Edene bû. Di turneyê de, li bajarê Edeneyê, berî ku derkevin ser dikê, li kulîsê li hev civiyan û biryarek girtin û gotin: “Êdî em navê şanoya xwe lê kin.”
Bersiva şanoyeke neteweyî
Navê koma xwe li wê tûrneyê diyar kirin û bi navê Teatra Jiyana Nû derketin pêşberî temaşevanan. Piştî vegera turneyê, bi navê ‘Dibistana Teatra Jiyana Nû’ dibistaneke şanoyê damezirandin û bi profesyonelî li ser şanoyê hûr bûn. Di vê dibistanê de hem mamoste, hem jî xwendevan bûn. Ji aliyekî ve bi rêbaza “Şanoya Ajîtprop” ji aliyê din ve jî ji bo afirandina şanoyeke neteweyî, Teatra Jiyana Nû (TJN) ji pêvajoyê re bûn bersiv. TJN’ê heya niha 32 lîstikên kurt û dirêj pêşkeşî temaşevanên xwe kiriye. Di sala 2002’yan ango di 10’emîn salvegera damezrandina xwe de di bin baneya NÇM’e de bi navê Teatra Amar komeke din hat damezirandin.
REMEZAN OLÇEN / AMED