BÎRCAN DEGIRMENCÎ
Teatra Jiyana Nû wê ji bo nîşandana lîstikên Bêrû û Tenê Ez, di navbera 09 û 20 Sibatê de li Ewrûpayê derkeve pêşberî temaşekerên şanoya Kurdî. Şanoger Rûgeş Kirici dibêje, ji bo ku xwe bigihînin temaşekeran, pêdiviya wan bi bêhtir organîzasyonê û alîkariyê heye.
Teatra Jiyana Nû ya di nava NÇM´ê de wê li bajarên Elmanyayê Berlîn û Mulheimê û bajarên Swîsreyê Zurich, Bern û Gerlafingenê lîstikên xwe Bêrû û Tenê Ez nîşan bidin.
Şanoger Rûgeş Kirici got, berê koma “Theater An der Ruhr” di çarçoveya bernameya “Dika Stenbolê” de ew vexwendine, sala 2016´an bi heman komê re wan projeyeke hevpar kiriye û bi derhêneriya Ferhat Keskin lîstika Bertol Brecht a bi navê “Qayde û Îstîsna” derxistine û premiera wê ya Ewrûapyê jî wan bi hev re kiriye.
Organîzasyon pirr kêm in
Kirici dibêje, ew hewl didin xwe bigihînin Kurdên li seranserê dinyayê jî, lê gazinan ji kêmbûna organîzasyonan dike: “Mixabin organîzasyonên şanoyê, ne ji sedî 10´ê organîzasyonên konseran e jî. Temaşekerên şanoyê zêde dibin, şano bêhtir digihe temaşekerên xwe, lê em nikarin bigihin temaşekerên xwe yên li Ewrûpayê. Ev cihê xemgîniyê ye. Ne tenê ji bo me, ji bo temamê komên şanoyê yên Kurd ên li Tirkiyeyê ev lê ye.
Komele xwe nadin ber organîzeyan
Wan vê carê jî li ser vexwendina komeke şanoyê ya Elman xwe gihandiye Ewrûpayê û wiha dewam kir: “Me hevdîtin bi komele û saziyên li bajarên din ên Ewrûpayê re kirin. Mixabin ya me hêvî dikir nebû. Ji bilî koma Elman û Swîsreyî, tenê li Basel û Berlînê komeleyên Kurdan xwe dan ber organîzasyonê. Li Ewrûpayê di warê şanoya Kurdî de hema hema hîç hilberîn nîne û em jî nikarin hunerê xwe bigihînin wan; divê ev bê rexnekirin. Temaşeker xwe digihînin me û gazinan dikin, çima hûn li vir şanoya xwe nîşan nadin. Divê bêhtir organîzasyon bê kirin, em bêhtir biçin, xwe bigihînin temaşekerên xwe. Kela canê me rabûye, ji ber ku em ê xwe bigihînin temaşekerên xwe. Em her kesî vedixwînin bila bên li lîstikên me temaşe bikin.”
Li ku û kengî?
Lîstika bi navê Tenê Ez a ji filma Charlie Chaplin “Dîktatorê mezin” hatiye adaptekirin wê 9´ê Sibatê li Mulheimê, 11 û 12ʼê Sibatê li Berlînê, 13ʼê Sibatê li Zurichê bê nîşandan. Lîstika nivîskarê wê Dario Fo abi navê “Bêrû” jî wê 14ʼê Sibatê li Zurichê, 17ʼê Sibatê li Gerlafingen û 20ʼê Sibatê jî Bernê bê nîşandan.
Tenê ez
Cihad Ekinci metna wê nivîsî û Rûgeş Kirici, Cihad Ekinci û Omer Şahin derhêneriya wê kir.
Aktrîst û aktor: Mehmet Musaoğlu, Baran Yılmaz, Omer Şahin, Rugeş Kirici, Cihad Ekinci
Teknîk: Xebat Bayram, Rewşan Apaydin
Bêrû
Nivîskar: Dario Fo
Derhêner: Nazmî Karaman
Werger: Dilawer Zeraq
Aktrîst û aktor: Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Nazmî Karaman, Cihad Ekinci, Rewşan Apaydin
Teknîk: Baran Yılmaz