Komîteya Çand û Huner a Tebqayê îro bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê şahiyek li dar xist.

Şahî bi dirûşmeya ‘Bi çandê em bi pêş kevin’ li ser dika Navenda Çand û Huner bi beşdariya gelek şêniyên Tebqayê, serok û endamên komîteyên rêveberiyê, Partiya Siberojê ya Sûriyê û şêxên herêmê li dark ketin.

Şahî bi rêzgitinê destpê kir. Piştre hevserokê Komîteya Çand û Huner, Elî Elaya axaftina destpêkê kir. Elî bixêrhatina beşdaran kir û teqez kir ku çand û huner nasnameya gelan e.

Elî wiha domand: “Tebqa mîna mozaîqeke xweşik e û bi hemû pêkhateyên xwe, pirrçandî ye û rengîn e. Terorê hewl da wê wêran bike, lê fedekariya şehîdan rê li ber vê yekê girt.” Elî bi navê Komîteya Çand û Huner û Yekîtiya Rewşenbîran soza şopandina rêya şehîdan da.

Xelatkirina emelkirên çandê

Piştre manodiramek bi navê ‘Ji çopan’ ji nivîsandin û derhênariya hevserokê Çand û Huner ê Tebqayê Fîras Ramadan hate pêşkeşkirin. Paşê Koma Çand û Huner a hunerên gelêrî hejmarek ji stranên gelêrî û çandî ya herêma Tebqayê pêşkeş kir û her wiha straneke girêdayî Efrînê hate pêşkeşkirin.

Ji bo malavahiya hemû aliyên ku piştgiriya Komîteya Çand û Huner kirine, Lewheyên Komîteyê ji her du meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Tebqayê, Çapxaneya Firatê bi navê Maliya Giştî, Partiya Siberojê ya Sûriyê şaxa Tebqayê, Navenda Çand û Huner a Tebqayê hatin pêşkekirin. Her wiha komên Reqayê yên vejandina kultura gelêrî ya ku beşdarî destpêkirina navendê bûne jî hatin xelatkirin.

Di dawiyê şahiyê de Koma Zarokên Reqayê hejmarek ji stranên gelêrî yên çanda Reqayê pêşkeş kir.

 

ANHA / TEBQA