Li ser dika Navenda Çand û Huner a Tebqayê bi dirûşmeya “Bi çanda xwe em pirên hezkirinê di navbera gelan de ava bikin” şevbihêrkeke helbestan hat lidarxistin.

Şevbihêrk ji aliyê Komîteya Çand û Huner û Yekîtiya Reşwenbîran a Tebqayê ve hate lidarxistin. 5 helbestvanên Minbicê û hejmarek hebestvanên Tebqayê, bi dehan endamên saziyên sivîl û hezkiriyên helbestan amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Komîteya Çand û Huner a Tebqayê, Elî El-Elaya bi xêrhatina beşdaran kir û malavahiya helbestvanên Minbicê kir ji ber ku beşdar bûn.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê, Ehmed Mûsena jî bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera rewşenbîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Paşê helbestvanan helbestên xwe xwendin.

Di dawiyê de Elî El-Elaya û cîgira wî Bitûl El-Xilêf diyariyeke pêşkêşî Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê kir.

 

ANHA / TEBQA