HBDH’ê li dijî PTT û hevkaran du çalakî kir. Milîsên HBDH’ê hişyarî dan û diyar kirin ku heta tecrîd bidome wê berxwedana xwe mezin bikin.

Milîsên Tolhildanê yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û li ser du çalakiyên ku dema dawî li dar xistin agahî dan:

“Milîsên Tolhildanê yên Taylan Demîrcîoglû yên HBDH’ê, di 29’ê Sibata 2020’an de li Sîlîvriyê 4 wesayitên faşîstan şewitandin. Di encama çalakiyê de wesayitên faşîstan bi temamî şewitîn.

Milîsên Tolhildanê yên Bayram Alî Akdenîz ên HBDH’ê di 2’ê Adara 2020’an de li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê saet derdora 06:00 wesayiteke veguhastina pereyan a PTT’ê bi pereyê tê de îmha kirin. Arkujên ku hatin cihê çalakiyê kirin nekirin nekarîn şewatê vemirînin û wesayit îmha bû.”

Di daxuyaniya Milîsên Tolhildanê de ev peyam hate dayîn:

“Bi her du çalakiyan me careke din nîşan dan; yên ku ji gel didizin û bi rengekî rehet dijîn, yên ku bi şewata li Îmraliyê derxistine polîtîkaya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin, piştevanên faşîzma AKP-MHP’ê wê rehet nekin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ji 12’ê Adara 2016’an ve weke HBDH’ê bi çalakiyên xwe em hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê û piştevanên wan dipirsin. Bi nêzîkbûna salvegera me ya damezrandinê, em careke din desthilatdariya faşîst û hevalbendên wan hişyar dikin. Wê kes ji edaletê nefilite.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN