Bi sedan kesên beşdarî meşê bûn, belavokên li ser tecrîdê belav kirin. Di axaftina li ser navê Ciwanên Azad de bal hat kişandinî ser asta tecrîdê û hat destnîşankirin, ku li hemberî tecrîda li ser lîderê dixwaze li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştiyê pêk bîne, divê civaka Ewropayê nerazîbûnê nîşan bide.

Li ser navê NAV-DEM'ê Hasan Agirî peyivî û got, "Bi vê çalakiyê de em dixwazin balê bikişînin ser tecrîdê û li dijî zextan rabin."

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî Îsmaîl Dêrsim bal kişand ser polîtîka şer a hikûmeta AKP'ê û Erdogan û girîngiya xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin, destnîşan kir. 


 BIELEFELD