Çalakiya 30 hepsiyan a rojiya mirinê dewam dike û çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran hepsiyan jî ji 1´ê Adarê ve dewam dike. Girtiyê siyasî Ahmet Topkaya ku ji 30’ê Nîsanê ve li Hepsa Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku yên niha berpirsyariyen xwe bi cih neînin, wê nikaribin ji hesabdayina li pêşberî dîrokê rizgar bibin. Metîn Serhat jî ku ji bo tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ye, bi malbata xwe re axivî û got, “Li gel hemû êrişan jî wê serketina me geş bibe.”

Berxwedêrê rojiya mirinê Ahmet Topkaya ji girtîgehê nameyek şand û diyar kir ku tecrîd pirsgirêka her kesa xwe demokrat, çepgir dibîne ye.

Topkaya destnîşan kir, encam wê bi berxwedanê diyar bibe û got, “Yên ku niha berpirsyariyen xwe bi cih nînin wê nikaribin ji hesabdayina li pêşberî dîrokê rizgar bibin.”

Topkaya nameya xwe wiha bi dawî dike: “Yên ku di roja dayikan de dayikên me giriyandin, hesabê me bi wan re neqediya ye. Ciwanên Kurdistanê hesab dipirsin, wê her bipirsin. Ciwanên Kurd serî li ber faşîzmê netewand, wê ji niha û pê ve jî serî netewînin. Bêguman wê berxwedan encama dawî diyar bike. Çawa ku li Kobanê, Cizîrê, Sûrê berxwedan bi ser ket, ya ku îro jî bi ser bikeve, berxwedan e. Gelê me ferman da me ku em berpirsyariyeke dîrokî deynin ser milê xwe. Em ê vê wezîfeya berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin.”

‘Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne’

Metîn Serhat jî li Hepsa Hejmar 1 a Xarpêtê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye. Wî bi rêya telefonê di malbata xwe re peyam şand. Serhat di peyama xwe de bal kişand ser Roja Dayikan. Serhat îşaret bi hevdîtian parêzeran bi Ocalan re a 2´yê Gulanê jî kir û got ev bi berxwedana wan çêbûye û wiha dewam kir: “ Bi berxwedana me ev gav hatiye avêtin. Daxwazên me hê bi cih nehatine. Heta ku daxwazên me bi cih neyên em bi paş ve gavan navêjin. Bila her kes bibîne û bibe şahid ku ti hêz li pêşiya vîna azad nikare raweste. Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne. Hêviya me ya serketinê heye. Tişta ji dest me were em ê bikin. Soza me ye, armanca me ye ku bi mirovê azad re werin gel hev. Em bi xwe bawer in û em ê bi ser kevin. Em di nav şertên dijwar de li ber xwe didin. Li gel hemû êrişan jî wê serketina me geş bibe. Azadî sedema bûyinê ye. Êdî me xwarin vexwarin ji bîr kiriye. Bi bîra me nayê. Ji ber ku em li ber xwe didin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN