Bi armanca şikandina îradeya girtiyan; mafê sporê, derketina hewşê û mafê tenduristiyê kêm kirin û tecrîd bi vî rengî girantir kirine. Bi Rewşa Awarte re ev pêkanîn girantir bûn. Her wiha bi hincetên pûç destûr ji parêzeran re nayê dayîn ku muwekîlên xwe bibînin. RONÎ ARAM ANF/STENBOL Parêzer Raziye Tûrgût dibêje bêhûqiqiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û Tirkiyeyê jî belav bûye û wiha dipeyive:”Jixwe şert û mercên hepsan zehmet bûn bi Rewşa Awarte(OHAL) re yekcar xera bû.” Em bi endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Raziye Tûrgût re li ser tecrîd û şert û mercên ên halî hazir li hepsan peyivîn. Tecrîda li ser Îmralî Parêzer Tûrgût got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê û wiha axivî:” Piştî ku Birêz Ocalan hate girtin, rejîmeke înfazê ya xweser ava kirin. Ev yek bi demê re li hepsên din jî hate ferzkirin.” Sîstemeke tecrîdê hate avakirin Raziye Tûrgût îşaret bi destpêka modela Tîpa F a hepsan kir û wiha peyivî:”Bi Tîpa F re, sîstemeke tecrîdê hate avakirin. Dewletê, girtîgehên xwe yên bi ewlekariya bilind, di hundir de jî ji aliyê civakî ve xiste nava tecrîdê. Bi vê armancê mafê sporê, derketina hewşê û mafê tenduristiyê kêm kir û tecrîd bi vî rengî girantir kir. Bi Rewşa Awarte re ev pêkanîn girantir bûn. Çawa ku li Birêz Ocalan tê kirin, destûr nehate dayin ku em jî muwekîlên xwe bibînin.” Mînaka bêhiqûqiyê Di dewama axaftina xwe de Tûrgût destnîşan kir ku rêveberiyên hepsan bi hiqûqa dijminatiyê hereket dikin û li ser vê mijarê bûyereke ku li Bolûyê bi serê wan ve hatiye weke mînak nîşan da: “Ji bo dîtina muwekîleke xwe ez çûbûm Girtîgeha Bolûyê. Dema kar saet 17’an diqede, lê hewl dan min saet 16’an derxîn. Weke hincet jî gotin ku wê hewş bê girtin. Min ji wan re got ku cara yekê ye tiştekî bi vî rengî ji min re tê gotin. Ji ber ku serlêdana muwekîla min ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê hebû û diviyabû ez pê re biaxiviyam. Bi hinceta ewlekariyê ez derxistim derve, ji ber ku bi hiqûqa dijminatiyê tevdigerin. Ji ber ku bi çavê ‘ev hemû terorîst in’ li yên li wê derê dinerin.” Bi dorê li erdê radizin Her wiha Tûrgût da xuyakirin ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehan re ye û ji ber nebûna cih, li gelek girtîgehan girtî neçar tên hiştin ku bi dorê li erdê razên. Li ser rewşa girtiyên nexweş Parêzer Raziye Tûrgût bi bîr xist ku herî dawî di ‘pêvajoya çareseriyê’ de li ser rewşa girtiyên nexweş hevdîtin bi Wezareta Edaletê hate kirin û bi vê wesîleyê girtiyên nexweş birin Metrîsê û ji saziyên tenduristiyê rapor hatin stendin. Rewşa wan girantir bû Tûrgût îşaret bi girtiyên nexweş jî kir û got:”Girtiyên nexweş ji wijdanê dozger re hatin hiştin û got:“Mesela, kesekî ku her du milên wî nînin û rapora ‘nabe ku li girtîgehê bê hiştin’ jê re hatiye dayin jî, bi gotina ‘endamê rêxistinê ye, kesekî xetere ye’ li girtîgehê tê hiştin. Di dema Rewşa Awarte de tiştekî baş ji bo girtiyên nexweş nebû, berevajî vê, rewşa wan girantir bû. Dema dibin girtîgehê û vedigerînin jî li wan didin.” Jendermeyên Tîma A Her wiha Tûrgût işaret bi nêzîkatiyên provokatîf jî kir û anî ziman ku jendermeyên Tîma A nîvê şevê diavêjin ser qawîşan û her derê ser û bin dikin. Tûrgût diyar kir alavên girtiyan têne desteserkirin û lêgerînên di asta destdirêjiyê de timî têne kirin. Raziye Tûrgût da xuyakirin ku yên vê dikin jendermeyên ji rêzê nînin, ew kes in ku bi taybetî ji bo vî karî hatine perwerdekirin.