Li bajarê Fransayê Marsîlyayê û li bajarê Elmanyayê Maînzê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li bajarê Marsîlya çalakiyek kir. Ciwanan êvarê pankarteke bi Fransî ya bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” bi pireke bajêr a çûnûhatinê ve daliqand.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

Li Mainzê jî, jin û ciwanên Kurd ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ku ciwanên înternasyonalîst jî piştgirî danê, fîşekên hewayî hatin teqandin û al hatin hildan.

Ciwanan diruşmên “Bijî Serok Apo” gotin û pankarta li ser “Piştgirî ji bo Rojava - şoreşa civakî biparêzin” nivîsandî, daliqand.

 

NAVENDA NÛÇEYAN