Bayik: Em bawer dikin ku ev çalakî wê bigihin armanca xwe. Erdogan û dewlet neçar in bersiva daxwaza we û çalakgerên din bidin. Em ê rê nedin ked û fedekariya we û xwîna şehîdan bela sebeb biçe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji bo piştevaniyê nameyek ji bo Herêm Mehmûd şand. Endezyar Herêm Mehmûd li navçeya Kelarê ya Germiyanê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 53 roj in ku di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Cemîl Bayik, bi nameyeke piştevaniya Herêm Mehmûd kir.

Hêviya serketin û serfizariyê

Nameya Hevserokê KCK Cemîl Bayik wiha ye; “Ji bo heval Endezyar Herêm Mehmûd. Di serî de bi navê xwe û heval Besê Hozat silavên germ pêşkêşî we dikim. Her çiqasî bi derengî be jî, Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî em li we pîroz dikin. Bi rêya we, em silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê têkoşer ê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî Germiyanê dikin. Her wiha ji bo beşdarbûna çalakiya greva birçîbûnê ya bêdeng û nedorveger destxweşiya we dikin. Hêviya serketin û serfizariyê ji bo we dixwazin.

   

Siyaseta înkar û îmhayê dewam dike

Hevalên hêja, hûn bi xwe vê rastiyê dizanin ku îro, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji qonaxeke hestyar û çarenûssaz derbas dibe. Li aliyekî derfet heye ku gelê me doza xwe çareser bike û bigihe hêvî û armancên xwe. Li aliyê din, hikûmeta Erdogan û Bahçelî û dewleta Tirk ji her demê zêdetir li ser siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me dewam dikin. Dixwazin hemû dagirkerên Kurdistanê û hêzên mezin ên cihanê li dijî gelê me bikin yek û hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rakin.

Çalakiya we gelek watedar e

Di vî warî de çalakiya we gelek watedar û helwêstekî şoreşgerî û neteweyî ye. Li ser asta Başûrê Kurdistanê jî bersivek e ji bo wanên ku doza gelê Kurd ji parçeyên din qut dike û li gorî wan tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk peywendî bi gelê Başûrê Kurdistanê û doza gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê ve nîne. Di heman demê de, çalakiya we mîna helwêsta xelkê Şêladizê, têkoşîneke nû ye û dikare ruhê têkoşinê bigihîne qonaxeke nû ya têkoşîna demokratîk.

Çalakiya we  bingeha armanca me ye

Em bawer dikin ku ev çalakî wê bigihin armanca xwe. Erdogan û dewlet neçar bibin ku bersiva daxwaza we û çalakgerên din bidin. Em ê ji hemû hewldan û hêza xwe ji bo piştgiriya we bi kar bînin. Em ê rê nedin ku ked û fedekariya we û xwîna şehîdan bela sebeb biçe. Em soz didin ku pêngava ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ bi ser bixin. Bi vî awayî destketiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê biparêzin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN