
Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca têkîldarê 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê axivî û got, “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. 18 sal in ku Birêz Abdullah Ocalan ligel hewldan û kedên mezin ji bo pêkhatina aştiyê di nav çar dîwaran de tê girtin. Eger em dixwazin pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve, wê demê divê berî her tiştî tecrîd bê rakirin û pêvajoya muzakereyan ji nû ve were destpêkirin. Heta tecrîd ranebe aştî li welêt wê pêk neyê.”
Kongereya Awarte ya HDP’ê ya sêyemîn ji ber betalkirina parlementerî û endametiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, pêk hat û wek hevseroka giştî Serpîl Kemalbay hat hilbijartin. Têkîldarê pêkhatina kongreya HDP’ê Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca peyivî. Feleknas Uca anî ziman ku li Tirkiyeyê di rewşeke awerte de endametî û parlementeriya Fîgen Yuksekdag bi biryareke dijhiqûqî hatiye betalkirin û got; “Bi girtinan dixwazin îradeya hevserok, hilbijêr, parlementer û hevşaredar bixînin. Piştî referandûmê siberoja Tirkiyeyê derket holê. Ev sîstem bi hevkariya AKP û MHP’ê pêk hat. Di encama vê hevkariyê de li bajarên Kurdistanê şer hat berfirehkirin û ligel vê operasyoneke siyasî pêk hat. Vê pergalê tinekirina vîna tevahiya gelan esas girt.”
‘Paşeroj wê bi destê jinê bê avakirin’
Feleknas Ucayê anî ziman ku pêwîst bû tevahî hevserok, hevşaredar, parlementerên girtî cihê xwe di kongreyê de girtibana û wiha dewam kir: “Pêk hatina kongreyê ji bo tevahiya Tirkiyeyê û cîhanê peyameke xurt bû. Me serî li hember vê pergalê nedanî û em ê ticaran daneynin. Teqeze em ê bi ser kevin. Paşeroja tevahiya gelên li welat wê aştî û azadî be.”
Uca bi bîr xist ku demeke dirêj e ku li ser destûra bingehîn nîqaş tên kirin, lê hikûmeta AKP’ê qanûna yek ziman, yek al û yek netewe li ser vîna gel ferz dike.
‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’
Feleknas Ucayê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha peyivî: “Wek Meclîsa Jinên HDP’yî ji bo rakirina tecrîdê, me biryara xurtkirina têkoşîn û berxwedanê da. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. 18 sal in ku Birêz Abdullah Ocalan ligel hewldan û kedên mezin ji bo pêkhatina aştiyê di nav çar dîwaran de tê girtin. Hêzên ku di komployê de cih girtin îro ji bo berjewendiyên xwe tecrîd giran kirin.”
ŞÛJIN/AMED