Y. KOBALAN / MUHAMMET DOGRU  / MA/ STENBOL


Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, dest nîşan kir ku nediyariya ewlehiya jiyanî ya Ocalan, tê wateya şer û pevçûnê û got: “Tenê bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin.” 

Kemalbay, bal kişand tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku pevçûnên ku heta niha xwe didin der girêdayî vê polîtîkaya tecrîdê ne. Kemalbay destnîşankir ku daxwazên wan divê ne tenê weke yê gelê kurd û divê weke daxwazên hemû gelên Tirkiyeyê û herêmê bê dîtin û got, ”Di du sal û nîvên dawî de li Tirkiyeyê gelek mirin û êş xwe dan der. Ev hemû têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên der barê Îmraliyê de ne. Ji ber vê yekê divê ev pirsgirêk tenê wek pirsgirêkeke girtîgehê, wek pirsgirêka tecrîdê neyê dîtin. Divê hîn berfirehtir lê bê nihêrîn.” 


Hevdîtin wê şik û gumanan rake 

Kemalbay, balkişand ser nûçeyên der barê jiyana Ocalan de derdikevin û got, ”Em dibînin ka gelê Tirkiyeyê bi rîskên çawa re rû bi rû ye. Nediyariya ewlehiya jiyanî, bi awayekî ne zelal nedaxuyandina îthamên der barê aktorekî wisa girîng tên wateya şer û pevçûnê. Tenê bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin. Berovajî vê wê tu daxuyanî şik û gumanan ji holê ranekin.” 

 

Dixwazin HDP´ê bigirin 

Kemalbay her weha bal kişand ser zext û polîtikayên zilm û çewisandinê yên li ser HDP’ê û anî ziman ku armanca sereke ya van polîtîkayan, tasfiyekirin û girtina HDP’ê ye. Kemalbay, dest nîşan kir ku dixwazin ji HDP’ê xelas bibin û difikirin ku heke jê xelas bibin wê bi rihetî karibin rejîma yek zilamî ava bikin. 

 Kemalbay, der barê betalkirina parlementeriya HDP’iyan û girtina wan de jî got ku tê xwestin hebûna wan a li parlementoyê ji holê rabikin û her curê muxalefetê tine bikin. Kemalbay dest nîşan kir ku ji bo vê rewşê jî dadgeh wek amûrekê tê bikaranîn û saziyên darizandinê bi temamî teslîmî Erdogan bûye. Kemalbay, diyar kir ku ji bo mafên gelê kurd bên naskirin û qebûlkirin ew têdikoşin û li parlementoyê hewl didin ku bibin dengê hemû derdorên bindest. 

Her weha Kemalbay, roja 4’ê Mijdarê ku Hevserokên HDP´ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û zêdeyî 10 parlementer hatin binçavkirin û girtin, wek “darbeye” pênase kir û got ku wê di vê rojê de li navçe û bajaran çalakiyên protestokirinê bên lidarxistin.