Rêxistinên sivîl ên civakê yên di nav de derdorên kar û sendîka jî hene yên Amedê ji bo ku li dijî pêvajoyê helwesta xwe nîşan bidin bang li rêxistinên sivîl ên civak ên herêmê kirin ku di 16’ê cotmehê li Amedê kom bibin kir. Civana dê di 16’ê cotmehê saet di 10.00’an de li Sumerparkê pêk bê dê heya êvare berdevam bike. Li bendêne ku piştî civîn saet di 17.00’an de bi dawî bû deklarasyonek bê weşandin.

‘Tecrîd û girtin pêvajoyê têkdibe’

Di metna bangê de ya têkildarî mijarê de bal kişand ser binçavkirin û girtinên demên dawî û ev yekê rastî bertekan tê. Di metna bangê de wiha hate gotin: „Ev geşedan qada demokratîk tenq dike û ber bi talukeyekê ve dibe. Berî hilbijartinên 12’ê hezîranê de reşwa bêçalaktiyê hebû û her wiha pêvajoya diyalog û muzekereyê dihate jiyîn ev yek ji aliyê hemû civakê ve dihate zanîn. Piştî pêvajoya diyalogê hate birîn û tecrîd dest pê kir û di hema demê de binçavkirin û girtinan jî dest pê kir. Ev yekê pêvajoya aştiyê neyînî bi bandor dike. Bi vê yekê ve girêdayî pêvajoyekî nû a peçvûnan tê jiyîn. Ev pêvajo me rêxistinên sivîl ên civakî di nav gumana de dihêle.“

Rêxistinên sivîl ên bang kirin ev in;

Baroya Amedê, Şaxa ÎHD’ê, Şaxa MAZLUMDER’ê, TÎHÎV, Odeya Sanayî û Bazirganiyê, GUNSÎAD, Platforma Şaxên KESK’ê, Odeya Tabîban, Odeya Muşavîrên Malî, Komeleya Sarmaşik, Nûnertiya Turk Îş‘ê ya Herêma 7’an, TMOOB, Komeleyên Hemwelatiyên Azad, Meclîsa Aştiyê û Nûnertiya DÎSK’ê yên Amedê.

DÎHA/AMED