LES MÛREAÛX/MANTES LA JOLÎE: Endamên Tevgera Ciwanên Azad bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyan, li herêma Les Mûreaûx û Mantes La Jolîe ya Fransayê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî qeyûman hat silavkirin û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn hat kirin ku çalakiyên xwe zêde bikin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, endamên meclîsa Marîgnanê ji bo balê bikişînin ser kiryarên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, balafirgeh dagir kirin.

MUNCHEN: Li bajarê Mûnchen ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek lidar xist. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şînasî Tûr weke qiseker beşdarî panelê bû û bal kişand ser bûyerên dema 15’ê Tîrmehê û piştî wê li Girava Îmraliyê qewimî. Tûr her wiha işaret bi peyama Ocalan a bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan ragihand kir û got, “Lazim e dewlet bersiveke erênî bide vê bangê.” Panel bi pirs û bersivan dewam kir.