Rewşenbîrê kurd Abbas Emîn û berpirsê Zarê Kirmancî Ferhan Cehwer bi tundî tecrîda li Îmraliyê û girtina siyasetmedarên kurd şermezar kirin.

‘AKP şaş nêzî gelê kurd dibe’

Berpirsê zarê Kirmancî Ferhan Cehwer, tecrîda li Îmraliyê û girtina siyasetmedarên kurd şermezar kir û anî ziman ku hikûmeta AKP’ê bi şêwayekî şaş nêzî gelê kurd ibe û wiha got: “Partiyên desthilatdar çiqas van polîtîkayan bidin meşandin dê ewqas di nav gel de reş bêndîtin. Dewleta Tirk bi operasyonên leşkerî û sîyasî heya niha tiştek bi dest nesxistiye. Ya AKP dike li dijî zagonên mafên mirovan e. Hikûmeta AKP’ê bi tecridkirina Birêz Ocelan nagihije tu armancan. Hikûmeta AKP’ê bi van kiryarên xirab gav bi gav ber bi winda dibe. Rûyê direwkar ê AKP’ê êdî derket holê.”

‘Divê pirsgirêk bi riyên aştiyane çareser bibe’

Rewşanbirê Kurd Abbas Emîn jî nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtina siyasetmedarên Kurd anîn ziman û diyar kir ku divê Hikumeta AKP’ê pirsgirêka kurd bi riya aşitiyane çareser bike. Emîn, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê bi girtin û kuştinê tiştekî bi dest naxwe û wiha got: “Divê pirsgirêka kurd bi diyalog û muzekereyê bê çareserkirin. Heke pêşiya gelê kurd bê girtin dê kurd serhildanan pêşiya xwe vekin.”

DÎHA/HEWLÊR