Bozlak piştî hevdîtinê têkildarî binpêkirinan mafan û pêkutiyên di girtîgehê de bi navê "Rapora Girtîgeha Enqere Sîncan Tîpa F Hejmar 2" raporek amade kir.


Lêgerîna tazî

Bozlak, di rapora xwe de cih daye gilî û gazincên girtiyan jî. Bozlak da xuyakirin ku li gor vegotinên girtiyan Midûrê Yekemîn ê Girtîgehê Îsmaîl Gul li hember girtiyên PKK'yî pêkanînên bi zanebûn pêş dixe û di rapora xwe de wiha behsa vegotinên girtiyan kir, "Midûrê girtîgehê bi mentiqa, 'Ez dewlet im, ezê bipelçiqînim' tevdigere, heta jê tê nahêle em mafên xwe yên bi qanûnan hatiye dayîn bi kar bînin. Di heman cihî de li F1 ku lêgerîna tazî nayê kirin, di F2 de ji ber girtiyên PKK'yî hene tê xwestin lêgerîna tazî bikin. Tevayî girtiyên ez bi wan re axivîm, gotin ku pirsgirêk çavkaniya xwe ji midûr digirin, eger midûr dest ji van pêkutiyên xwe bernede wê pirsgirêkên ciddî rû bidin. Midûr, di aliyê feraset û kesayet de wek dijminan nêzî wan dibe, çareseriya vê jî ev e ku yan midûr ji F2 bê wergirtin an jî li girtîgeheke din bê wezîfedarkirin."

Qedexeya kêfî
Di raporê de tê destnîşankirin ku rojên nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên weşandin rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat nadin girtiyan. Di raporê de tê ragihandin ku daxwaza guhertina girtiyan ji aliyê midûrê yekemîn ve bi awayekî kêfî tê redkirin, mafê sporê nayê dayîn, di qawîşan de timî lêgerînên kêfî tên kirin pirtûkên tên desteserkirin careke din nadin girtiyan. Têkildarî vê mijarê ev xusûs jî hat diyarkirin, "Mînak, girtiyê bi navê Abdulhamît Babat, dibêje, '22 sal in ez girtî me. 22 sal in, min rojên xwe yên taybet wek bîranîn dinivîsand. Ev notên min desteserkirin û îade nakin." 


Tecrîda giran
Di raporê de her wiha tê gotin ku 5 girtiyên cezayê muebbeta girankirî li wan hatiye birîn rastî tecrîdê tên du ji wan dikarin derkevin cihê hewastendinê, lê li hember yên din tecrîda di nav tecrîdê de tê pêşxistin. Alavên wek mûçing, meqes û hwd. jî ji aliyê midûriyetê ve bi awayekî kêfî nayên dayîn.
Di beşa encam a raporê de ev mijar hatin destnîşankirin.: "Di encama hevdîtina bi girtiyan re, min xwest ez bi midûrê yekemîn re hevdîtînê pêk bînim. Lê belê, ji ber hat gotin ku midûr li derve ye, derfetên min çênebûn ez hevdîtinê pêk bînim." Rapora ku ji aliyê Bozlak ve hat amadekirin pêşkêşî Wezareta Edaletê hat kirin.  

 DÎHA/ENQERE