Kurdistaniyên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, li ber Haûptbahnhofê li hev civiyan û nîşan dan, ku ew ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekin. Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Azad-Hambûrgê daxuyaniyek hat dayîn û banga xwedîderketina li Ocalan hate kirin. Her wiha bal hat kişandin ser tifaqa qirêj navbera AKP-MHP’ê ku weke tifaqa qirkirina Kurdan tê binavkirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Bakur” qediya. 


 HAMBÛRG