Malbatên hepsiyên di çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li Stenbol û Edenê çalakiya rûniştinê kir û xwest ku tecrîd zû were rakirin.
Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, doh careke din li ber Girtîgeha Bakirkoyê bûn. Di çalakiyê de li gel dayikan, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî hebûn.
Malbat li ser rêya-E5’ê kom bûn, ji bo ku êrişa polîsan a li ser wan bişikînin jî wan li ser rê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên ku demekê li vir rûniştin, piştre çûne aliyê din yê rê. Ber bi pira jor ve polîsan pêşiya dayikan girt. Malbat li gel zexta polîsan jî ji pirê bihurîn. Dayikan û xizmîn hepsiyan timî got, ‘’Bijî berxwedana zindanan’’.
Li Edeneyê jî ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê, malbatên hepsiyan li ber Parka Ismet Înonu hatin cem hev. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî destek dan dayikan. Li gel dorpêça polîsan jî dayikan û xizmên hepsiyan çalakiya rûniştinê kir.
Ji bo me zarokên me muhim in
Li ser navê dayikan Nejla Kocaman axivî û got, rewşa girtiyan krîtîk e û divê hikûmeta Tirk bi bayê bezê tiştekî bike. Kocaman wiha peyivî: ‘’Bila li hilbijartina Stenbolê binihêrin. Ji bo me ya herî girîng ciwanên me yên di grevê de ne. Ciwanên me li ber mirinê ne. Dewlet zû divê gavan biavêje. Bila zarokên me nemirin.’’
Piştî çalakiyê, dayikan û xizmên hepsiyan bi dirûşmên ‘’bijî berxwedana zindanan’’ û bi çepikan ber bi avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ve meşiyan.
STENBOL / EDENE