Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan a li zindanên rejîma Îranê dîl tê girtin, ji ber ku li dijî bikaranîna madeyên hişbir yên li girtîgehê derket, hevdîtina heftane ya malbatê lê hate qedexekirin. 

Li gorî agahiyên ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ve hatin ragihandin, Celaliyan a ku ev 10 sal in li zindana Xoyê dîl tê girtin, ji ber astengiyên rejîma Îranê nikare malbata xwe bibîne. Tora Mafên Mirovan diyar kir ku Celaliyan li dijî bikaranîna madeyên hişbir li girtîgehê dikeve û ji ber vê yekê rêveberiya girtîgehê nehiştiye ku vê hefteyê malbata xwe bibîne. Tora Mafên Mirovan da zanîn, ku Celaliyan gotiye: “Beriya niha bi demekê, ez li dijî bikaranîna madeya hişbir ya li girtîgehê derketim. Lê belê rêveberiya girtîgehê li şûna ku vê yekê li ber çavan bigire, madeya hişbir xiste nava çayê. Her wiha mîza mirovan jî xistin nava çayê. Bersiva wan ne tenê ev bû, her wiha hevdîtina heftane ya bi malbata min re asteng kirin.”


Ji Sibata 2017’an ve derman nagire

Tora Mafên Mirovan diyar kir ku ev du hefte ne destûr nayê dayin ku Celaliyan malbata xwe bibîne û agahiyên Celaliyan ragihandin: “Ji aliyê ramanî û derûnî ve gelekî baş im. Lê belê rewşa min a tenduristiyê ewqasî baş nîne. Ji bo tedawiyê min çend caran serlêdan kirin. Lê destûr nedan. Lê di çapemeniya xwe de nûçe weşandin û îdîa kirin ku ez li derve hatime tedawîkirin. Ev ne rast e.”

Celaliyan dest nîşan kir, ku ji bo şermezarkirina helwêsta girtîgehê, ji Sibata 2017’an û vir ve derman nagire. 


 ANF/XOY