Parlamenterên HDP’ê li Meydana Taksîmê ya Stenbolê, li dijî tecrîdê meşiyan. Polîsan dor li meydanê kir û meşa parlamenteran asteng kir. Dîmenê derketî holê jî bêyî ku hacet bi gotinan hebe, rave kir ka tecrîd çi ye.

Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 97 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwest ji Meydana Taksîmê heta Meydana Galatasarayê bimeşin. Beriya meşê bi sedan polîsan dor li Meydana Taksîmê girt. Gelek maşîneyên zirxî jî li vir bi cih kirin.

Her wiha gelek kolanên derdikevin Kolana Îstîklalê jî bi maşîneyan û polîsan hatin girtin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di navê de wekîlên HDP’ê li ber Otela Hill a Taskîmê kom bûn. Wekîlan dest bi meşê kir, lê polîsan ew asteng kirin. Wekîlên HDP’ê li ser vê li ber Otela Hill a Taksîmê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li vir axivî û got, “Ji bo em piştgiriya bidin Leyla Guven a 96 (îro 97) roj in di grevê de vê çalakiyê li dar dixin. Em ji bo hevpariya têkoşîna Leyla li vir in. Ev têkoşîna hemû gelên Tirkiyeyê ya aştî, wekhevî û azadiyê ye. Daxwazeke mafdar e. Divê her girtî bi malbat û parêzerên xwe re karibe hevdîtinê bike. Birêz Ocalan ji vî mafî bêpar hiştine û ev yek jî bêhiqûqiyek mezin e.

Heke hûn dixwazin wêneyê tecrîda li Îmraliyê bibînin, ew wêne ev e. Îro me ev wêne pêşkêşî we kir. Bi vê dorpêça li Meydana Taksîmê de qanûn û hiqûqê nas nakin. Tecrîd ev e. Ev 96 (îro 97) roj in Leyla Guven vê yekê nîşan dide. Em ê têkoşîna xwe ku deng bidin dengê Leyla Guven dewam bikin. Di demeke kin de wê tecrîd bişike.”

 

MA / STENBOL

 
 

Êdî tiştekî bikin!

 

Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê, der barê tenduristiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de daxuyanî da. Platformê, diyar kir ku rewşa çalakgeran her ku diçe xerab dibe û ji bo kes jiyana xwe ji dest nede, bang li rayedarên hêzên navneteweyî û dewleta Tirk kir ku gavan bavêjin.

Platformê rapora xwe li ser mijarê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê parve kir.  Beriya raporê Parêzer Gulan Çagin Kaleli, diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 96 (îro 97) roj in dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kiriye û tenduristiya wê her ku diçe dikeve rewşek xerab: “Daxwazên Guven rewa û mafdar in. Îqtîdara siyasî divê van daxwazan li ber çavan bigire û pêk bîne. Rewşa Leyla Guven û girtiyên di koma ewil de her ku diçe krîtîk dibe.  Heger tiştek bi girtiyan bê, berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ji ber ku dewlet berpirsiyarê tenduristiya girtiyan e.”

 

MA / AMED