MUNSTER: Ciwanên Azad în Munsterê ji bo rûreşkirina tecrîdkirina Ocalan meşek organîze kir. Komeleya Odakê jî piştgirî da vê meşê. Qederê 200 kesî tevlî meşê bûn. Bi şîara “Tecrîd wê bê şikandin, hûn nikarin gelê Kurd tine bikin”, meşê ji ber Stasyona Trenê ya Navendî destpê kir. Di axaftinên dema meşê de bêdengiya raya giştî ya Ewrûpayê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê hat şermezarkirin.
Dirûşma “Ewropa fînanse dike, Erdogan bombe dike” bala xelkê kişand ser xwe.
Girseya çalakger piştî meşê li ber Şaredariyê mîtîngek li dar xist. Hevseroka Ciwanên Azad a Munsterê Şîlan Akbaş li vir axivî û got, “Li hemberî tecrîdkirina Rêber Apo û li dijî ragirtina 7 hevrêyên me yên li girtîgehên Elmanyayê, em îro li vir in. Em ê li dijî biratiya AKP û DAIŞ’ê serî hildin.” Çalakger piştî meşê ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan.
PARÎS: Endamên rêxistina Ciwanên Azad li paytexta Fransa Parîsê piştgirî dan ciwanên Fransayê yên li Parîsê çalakî li dar xistin. Ciwanên li Franseyî ev demek e ku li dijî qanûna kar a hikûmet plan dike protestoyan li dar dixin. Meydana Republiqueê jî li Parîsê navendeke van çalakiyan e. Ciwanên Kurd di vê çalakiyê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca şermezarkirina êrişên li Kurdistanê dezgeheke agahdarkirinê danîn.
LONDON: Li paytexta Ingilistanê Londonê jî ciwanan kon veda. Ciwanên Kurd bang li her kesî kir ku li dijî faşîzma AKP’ê, hêzên destekê didin wê û çekdarên dewleta Tirk çalakiyan li dar bixin. Çalakiya doh, paşê berê êvarê bi mîtîngekê bi dawî bû.