Ji ber zêdebûna mesrefa çandina garis û nexweşiyên ku di nav de belav bûne, rêjeya çandina garis li gundewarên rojhilat ên navçeya Eyn Îsayê ji sedî 50 kêm bû.
Cotkar nêzî 6 heta 8 caran bi rêya motoran zeviyan av didin û her wiha buhayê tûrek ji tovên garis di navbera 32-55 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye, tenê têra çandina 6 dinom zevî dike, ev jî li gorî cotkaran lêçûnê zêde dike.
Cotkar tovên ku ji Tirkiye hatine diçînin. Ji ber bê qalîtebûna tovan nexweşî di nav berhemê de belav dibin. Ji ber wê cotkar neçar dimînin, dermanên kurmikan zêdetirî carekê bireşînin û ew jî lêçûnê zêde dike.
Têkildarî mijarê cotkarên bi navên Mehmûd El-Zeyab û Xelîl El-Hoş ên ku ji bajarokê El-Elî Baciliyê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê, metirsiyên xwe ji ber telefbûna berhema garis mîna ya pembo anî ziman û destnîşan kir ku berhem bi rêjeya ji sedî 30 nexweşî di nav de belav bûye.
GIRÊ SPÎ