KCDK-E´yê bang li bijîşkên Kurd ên li Ewrûpayê û derveyî welêt kir da ku di komîteyên wê yên tenduristiyê de cihê xwe bigirin. KCDK-E´yê da zanîn ku ew ê Kurdistaniyên li derveyê welêt derbarê mijarê de her agahdar bike.
Komîteya Têkoşîna li dijî Vîrusa Korona ya ser bi KON-MED´ê hat ragihandin da ku Kurdên li Elmanyayê agahdar bik eû lazim be alîkariya pêwîst bike. KON-MED´ê wekî din pandemî weke tehlûkeyekê ji bo insanan xwezayê bi nav kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) bang li bijîşkên Kurdistanî yên li Ewrûpayê kir da ku tevlî komîteyên tenduristiyê bibin û bi berpirsyarî tevbigerin. Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ragihand ku li dijî pandemiya Covîd-19 wan Komîteyeke Têkoşînê ya ji 8 bijîşkan ava kirine.
KCDK-E’yê bal bire ser pandemiya Covîd-19 û diyar kir, şewb bandorê li jiyana mirovan, her warê jiyanê, warên civakî, siyasî, aborî dike. Wê bi daxuyaniyê got, “Gelê me yê li Ewrûpa, Kanada û Awustralyayê di vê mijarê de pêwîstiya xwe bi agahdarkirin û piştgiriyê heye. Hem rêxistina me hem jî doktorên Kurdistanî yên li derveyî welêt divê bi berpirsyarî rabin. Bi navê KCDK-E’yê ji roja destpêkê ve bi doktorên Kurdistanî yên ku me xwe gihand wan, Komîteya Tenduristiyê ya Krîzê ava kirin.”
Di daxuyaniyê de bang li xelkê hat kirin ku ji ber şewbê mirov nekevin panîkê, û “Mirov bi moral bin û guh bidin agahiyên Navendên Tenduristiyê yên Krîzê yên NAVEND’ên me û li gorî wê tevbigerin.”
KCDK-E´yê bang li bijîşkên Kurdistanî hemûyan jî kir û got, “Di vê demê de li bajarê ku lê ne, tevlî Komîteyên Tenduristiyê yên Krîzê bibin û ji bo tenduristiya gelê Kurd bi berpirsyarî tevbigerin.
Tevî agahdarkirina bi nivîskî û dîtbarî, em ê agahdarkirina xwe ya bi rêya çapemeniyê û medya civakî bidomînin.“
Komîteya li dijî vîrusa koronayê
Koordînasyona KON-MED’ê û Komîteya wê ya Tenduristiyê ragihand, li dijî vîrûsa korona wan komîteyeke têkoşînê ava kirine.
KON-MED’ê perspektîf ji komeleyên xwe hemûyan re şand û pê tevdîrên divê bên girtin, destnîşan kirin.
KON-MED’ê bal bire ser girîngiya piştevaniyê û ji bo kesên li malê dimînin jî seferberiya xwendina pirtûkan da destpêkirin.
KON-MED’ê diyar kir ku gefeke mezin li bi milyaran mirovan û xwezayê tê xwarin, rewş gihîştiye asteke metirsîdar û ev bang kir:
“Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku gelê me xwe ji deverên qelebalix vegire. Nedibû ku em li pêşberî vê rewşa metirsîdar bêdeng bimana. Ji bo gelê xwe yê li Elmanyayê di mijara vîrûsê de agahdar bikin, piştgiriyê bidin gelê xwe û pêwîstî pê hebe alîkariya tenduristiyê pêşkêş bikin, Komîteya Têkoşîna li dijî Vîrûsê hatiye avakirin.”
Hate ragihandin ku Komîteya Tenduristiyê ya KON-MED’ê ji 8 bijîşkên li Elmanyayê pêk tê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Em xwe û derdora xwe biparêzin
Civaka Îslamiya Kurdistanê CÎK a ji 70 zêdetir mizgeftên wê li Ewrûpayê hene, li ser şewa koronoyê daxuyaniyek da û xwest bawermend di vê demê de nimêjên cimaet nekin û bi tevdîr bin.
Daxuyanî weha ye:
Felaketek, nexweşiyek derdora mirovahiyê dorpêç bike, derketiye holê. Divê zûtirîn dem, ji bo vê nexweşiyê tedbîr werin girtin. Her kes, divê li cem xwe berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Pêwiste, armanca me bawermendên ola Îslamê, tenê alîkarî û hevkariya mirovahîyê be. Bawermend, li gor Qurana pîroz ew kes in; ji wan başî û qencî çêdibin. Bi sed hezaran mirov ketine bin bandora vê nexweşîyê. Tebîb ê tenduristiyê, zanyarên cîhanî dibêjin ‘metirsî zêdeye’. Nexweşîya Corona, metirsiyek mezin li ser hebûna mirovahiyê çêdike. Wek bawermendan, divê em erkên xwe pêk bînin. Tiştên ilmî û kesên têkildarê vê meselê, guhdar bikin û wiha bijîn. Heta ku ev metirsî ji hole rabe, ferze paqijî û tedbîr li hemû cîhên jîyanê werin girtin.
Gelê me yê hêja, em çawa di tekoşîna dijî zilmê de di nava mirovahiyê de gelê sereke ne, divê tiştên zererê didin mirovahiyê jî, gelê herî pêşengbin, ne zererê bidin xwe û ne jî derdora xwe. Berovajî, divê parêzvanê wan ên jiyanê bin.
Wek Xwedayê me jî dibêje, divê em, bi destê xwe, xwe nevêjin nav metirsiyê û kesên din jî, ji metirsiyên jîyanê biparêzin. Di malê de û li her devera em têdene, divê em li gor pîvan û daxwazên zanyaran tevbigerin.
Em Civaka Islamiya Kurdîstanê, dibêjin “ol ji bo mirovan hatiye, tiştê zererê bide mirovan, divê oldar xwe jê dûr bigrin”.
Nimêjên bi hevre ên Cemaetî heta tedbir neyin girtin, neyên kirin!
Di medreseyên me de, jibo şagirtan divê ders werin betalkirin û heta demeke maqûl werin sekinandin!
Divê taziye û dawet werin paşve xistin!
Eger pir giring nebe, bila ziyaret werin paşvexistin.
Tedbîrên xwe em bigrin û piştre bangî Xweda bikin, da ku me ji vê afatê biparêze.
Hemû kes, pêwiste berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne.
Hejmarên telefonan
KCDK-E’yê hejmarên telefonan ên ku welatê dikarin li welatên cihê yên Ewrûpayê xwe bigihîninê jî careke din parve kirin:
Elmanya: 116117 û
030 18615 1515 (Ji Duşemê heta Înê saet di navbera 9.00-17.00´an de)
Swîsre: 0584630000
Fransa: 0800130000
Belçîka: 080014689
Holanda: 08001351
Ingilîstan: 111
Awusturya: 1450
Danîmarka: 70200233
Yewnanistan: 1135
Swêd: 113 13 , 1177, 112
Fînlandiya: 02 627 6868
Spanya: 112
Luksembûrg: 8002 8080
Îtalya: 112, 118