Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Bêrîtan rewşa dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Bêrîtan îşaret bi rewşa li herêmê kir û got, “Tirkiye derbasî Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê bû lê bi hêsanî hêza wê nikare ji wê çiravê derkeve. DYE jî weke pêşengê eniya sermayedarî di lûtkeya xerabtirîn qeyranên demên hegemonîk ên xwe de ye. Eger DYE di qeyranê de nebiba li gorî rewşa Îran û helwesta Îranê wê êrişên leşkerî zûtir bikira. Elbet hebûna qeyranê nayê wê maneyê wê gav neavêje nava şer. Rûsya jî ji hêla siyasetê ve pir zêde li pey berjewendiyên xwe ye. Li aliyekî din, xeta sêyemîn a tevgera Apo’yî û gelan eniya rastîn û heqîqî ye; li gorî ruh û çanda Rojhilata Navîn.
Îran divê Kurdan nas bike
Tekane şansê Îranê ji bo derketina ji qeyranên heyî çareserkirina pirsgireka Kurd û qebûlkirina xwestekên demokratîk ên gelan e. Heta lihevkirinên ihtimalî bi DYE ku tenê tê wateya restorakirina pirsgirekên bi vî rengî nêzîkatiya demokratîk bi pirsgireka Kurd û netewan re girîngiya wê nîne. Di 40 salên derbasbûyî de hat ispatkirin ku siyaseta înkar û imhayê Tahranê li dijî kurdan ji xeynî tunekirin û wêrankirinê tu feydeyek xwe nebûye.
Îran tenê bi hegemonyaya DYE’yê re rû bi rû nîne. Hegemonyaya cîhanî û heremî jî li dijî Îranê di nava eniyekê de ye. Ji ber wê jî metirsiya Sûriyebûyînê pir zêdeye. Çawa ku Sûriyê jî wekî Iraq lê hat dibe ku Îran jî wekî Sûriyê lê were. Çawa ku li Iraq û Sûriyê pirsgireka Kurd di dereceya yêkê de girîng e li Îranê jî li kêlaka pirsgirekên gelên din ên bindest dîsa jî pirsgireka Kurd bi sedema ji nû ve zindîbûyînê ya tekoşînan di rêzeya yêkemîn de ye.
Boykot serketî bû
Hewldanên KODARê ji bo çêkirina yekîtiya netewî li gel partiyên Kurd di mehên derbasbûyî de jî dewam kir. Ew partî her tim soz didin lê di cihanînê de tiştekî nakin û ev dibe mijara rexneyên cidî. Em nizanin ku sedema sereke ya reva wan ji yekîtî û çênekirina kongreya netewî çiye. Lê em weke pêşengê gelê xwe wezîfeya me ye ku him hewldanên pêvendiyên dîplomatîk ên bi wan partiyan re dewam bikin him jî wan rexne bikin. Em bê şert û merc ji bo çêkirina yekîtiyê amade ne…
Di dawî de dikarim bêjim helwesta gelan bi teybet gelê Kurd di hilbijartinên meclîsa Îranê de helwesteke nerazîbûnê û daxwazeke demokratîk bû. Em beşdarnebûna gel serketî dibînin û malavahiya wan dikin.
Her wiha gelê me weke berê divê li benda dewletê nemîne bi xwe alîkariya bajarên ku erdhej lê bûyî bike.
NAVENDA NÛÇEYAN